Bunyamîn Îrcî dema av ji gel re dibir hat înfazkirin-TAYBET
Derket holê ku Bunyamîn Îrcî yê 14 salî, dema ji gel re av dibir, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatiye înfazkirin.
Derket holê ku Bunyamîn Îrcî yê 14 salî, dema ji gel re av dibir, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatiye înfazkirin.
Polîsên AKP'ê, li navçeya Şirnex Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de 23 sivîl qetil kirin. Înfazkirina Bunyamîn Îrcî, ji aliyê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ve bi hevdîtina bi şahidan re, hat aşkerakirin.
Derket holê ku Îrcî ne di wesayîta zirxî ya bi zorê lê hat siwarkirin, li Taxa Nûrê dema ji gelê tî re av dibir, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatiye qetilkirin.
Di rapora otopsiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de, ku gihaşt ber destê ANF'ê, tê gotin ku sedema mirina Îrcî gulereşandina ji çekan e. Di vê belgeyê de tê ragihandin ku di encama gulereşandina çekan de, di hestiyê dest, sîng û tasa serî de şikestin çêbûye û tevî van şikestinan ji ber jêçûna xwînê, wefat kiriye.
ŞAHID: DI DESTPÊKÊ DE GULE BERDAN SÎNGA WÎ, DÛRE BERDAN SERÊ WÎ
Hat tespîtkirin ku Bunyamîn Îrcî yê 14 salî yê 10'ê Îlonê çû mala apê xwe Farûk Îrcî ya li Taxa Nûrê, dema av ji gel re dibir, ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye kuştin. Ev rastî, ji aliyê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad ve di encama hevdîtina bi şahidan re derket holê.
Parêzeran di rapora xwe de bi vî rengî ew roj vegotin: "7-8 kes, li cihekî 50 metre li pêşiya kolana Akaydin a Taxa Nûrê li ber şopa xwîna ziwabûyî ya dor bi keviran lê hatibû girtin, disekinîn. Ji ber ku nexwestin em dîmenê wan bikişînin, me tenê not girtin. Me ji wan pirsîn ku şopa xwînê ya kê ye û kesekî ji şahidiya bûyerê re kiriye yan na? Gotin paşnavê kesê hatiye kuştin Îrcî ye û navê wî baş nayê bîra wan. Gotin, 'Ji taxên navîn av dianî taxa me'. Li vê derê gule berdan sînga wî û li erdê dirêj bû. Destê xwe dirêj kir ji bo nîşan bide ku dijî. Lê gule berdan destê wî jî. Dûre hatin cem wî û gule berdan serê wî. Bang li ambûlansê hat kirin, lê heta ambûlans hat, ji xwe bûyer qewimî û bi awî bû. Me pirsîn, ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin? Gotin 'tîmên tevgera taybet'."
ENCAMA OTOPSIYÊ
Beyanên şahidan ên di rapora parêzeran de cih girtin, bi tespîtên rapora otopsiyê re jî piştrast bûn. Di encama otopsiya klasîk a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de derket holê ku Bunyamîn Îrcî di encama gulereşandina çekan de jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin, "Sedema aşkera ya mirinê, ji ber birîndarbûna bi guleyên çekê, şikestina hestiyê dest, sîng û tasa serî û jêçûna xwînê ji ber birîndariya organên hundirîn, zerara li mejî û xwîna rijiya ser mejî ye."