Ji gerîlayan li Şirnexê çalakiya bi bandor: 33 polîs hatin kuştin
HPG’ê ji bo bîranîna sivîlên li Kurdistanê hatine qetilkirin û endamê Komalên Ciwan GelhatGever li Şirnexê çalakiyeke berfireh pêk anî. Di çalakiyê de zêdetirî 33 polîs hatin kuştin û 3 helîkopter hatin derbkirin.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 14 rezberê 2015, 17:01
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şirnexê çalakiyeke berfireh pêk anîne û got: “Di êrîşên dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê ya ji 4’ê Îlonê ve li hember gelê me yê welatparêz ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bîranîna mirovên me yên hatine qetilkirin û endamê Komalên Ciwan Gelhat Gever ji aliyê hêzên me yên Eyaleta Botanê û herêma Besta 13’êÎlonê saet 05.40’an li hember qereqola polîsan a di navbera Qilaban û Şirnexê û ketina Şirnexê de ye, çalakiyeke berfireh pêk hatiye.
Hêzên me bi teqemeniyeke zêde ketine qereqolê û di encama çalakiya sabotajê de avahiya qereqolê û 2 wesayîtên zirxî bi temamî îmha bûne. Di vê qereqolê de 30 polîs hene. Tîmeke me ya gerîlayan ku ber bi avahiya 30 polîs têde çûn, bi polîsên tîmên taybet ên ji Tumena Şirnexê û qereqolên wê hatine re ketine nav pevçûneke mezin. Wesayîtên zirxî û helîkopterên kobra ku mudaxeleyî herêma pevçûnê kirine, helîkopterên Skorsky jî hêz daxistine. Helîkoptereke Skorsky a li qada pevçûnê hatiye derbkirin. Helîkoptera derb xwariye vekişiyaye. Di encama çalakiya sûîqestê de polîsek hatiye kuştin.
Dîsa tîmeke me ya gerîla bi çekên BKC, B-7 û çekên ferdî qereqola Kelîka Riza ya li Şirnexê kirine hedef. Li vir 4 roket li qereqolê ketine. Mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
Dîsa tîmeke me ya gerîla 6 helîkopterên Kobra û gelek ên Skorsky yên li baxçeyê Tumena Şirnexê kirine hedef. Li vir du Kobrayan derbeyên giran xwarine û ketine rewşeke ku nikaribin rabin. Li vir Dîsa bi hawanan lojman hatine hedefgirtin. Gerîlayên me li wesayîtên zirxî yên xwestine ji tumenê derkevin dane û ketine rewşeke ku nikarin hereket bikin. Gerîlayên me 2 endamên hêzên taybet ên ji wesayîta zirxî daketine kuştine.
Di çalakiya ku zêdetirî 33 polîs hatin kuştin, 5 gerîlayên me bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd ketine. Li vê qadê pevçûn heta danê nîvro dewam kiriye. Hê jî tevger didome.
HPG’ê têkildarî çalakiyên din ên li Bakurê Bakurê Kurdistanê ev agahî da:
WAN
“13’ê Îlonê saet di navbera 06.00-12.00’an de li rêya navbera navçeyên Şax a Wanê û Berwarî ya Sêrtê, hêzên me yên YJA Starê çalakiya kontrola rê kirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, gerîlayan der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
9’ê Îlonê saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Tîngê ya girêdayî Şaxa Wanê çalakiyeke sûîqestê, bi çekên ferdî û navîn pêk anîn. Li gor agahiyên çapemeniyê 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi tank, obus û çekên A-4 ve bomberdûman kir, di encam de agir bi erazî xistin. Ev şewat hê jî didome.
AMED
13’ê Îlonê saet 23.30’an li ser rêya Mêrdîn- Amed û sêgoşeya Bismilê hêzên gerîlayên me li hember qereqola polîsan bi roket û çekên ferdî çalakî li dar xistin. Detayên vê çalakiyê piştre wê bên dayîn.
10’ê Îlonê li navçeya Farqînê ya Amedê artêşa TC dest bi operasyonê kiribû. Operasyon duh danê êvarî bê encam vekişiya. Li qadê, gelê ku mertalên zindî ne xwestin eraziya şewitî vemirînin, lê artêşa TC li derdorê gule reşand û xwest bibe asteng.
11’ê Îlonê hêzên gerîlayên me li hember helîkopterek Skorsky a navbera gundên Malabadî û Malalik ên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek pêk anîn. Piştî çalakiyê helîkoptera Skorsky li qada navbera her du gundan ket erdê.
13’ê Îlonê saet 03.30’an hêzên gerîlayên me li hember kepçeyeke zirxî ya hewl dida têkeve Taxa Tekel a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hezên gerîlayên me ji ser polîsan tabancayek û 4 zincîrên BKC rakirin. Piştî çalakiyê hezên gerîlayên me vegeriyan bargehên xwe.
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya di navbera Çewlik û Amedê di bin kontrola hêzên me de ye.
BEDLÎS
Hat zanîn ku ji gelên li gundên Norşînê û yên li navenda navçeya Norşînê ya Bedlîsê dijîn bangawaziyên sîxurtiyê tên kirin.
AGIRÎ
10’ê Îlonê saet 18.00’an artêşa TC li herêma Glîdax a girêdayî navçeya Bazîd a Agirî û li hinek girên serwer ên vê herêmê bi helîkopterên Skorsky leşker danîn. Her wiha 11’ê Îlonê danê sibê saet di navbera 05.00-07.00’an bi 5 helîkopterên Skorsky li gundê Elê yê Giyadînê û li derdora wê leşker danîn. Danê nîvro saet 12.00’an di navbera hêzên gerîlayên me û leşkaren de pevçûn qewimîn. Piştî nîvro saet 17.00’an artêşa TC bi helîkopterên Kobra li qada pevçûnê dan.
11’ê Îlonê di saetên êvarî de û 12’ê Îlonê balafirên şer, Şehîdgeha General Sûat a li qada Elê bomberdûman kirin. Her wiha piştî balafirên şer, artêşa TC bi helîkopterên Kobra jî êrîş birin ser Şehîdgehê û van êrîşan texrîbateke mezin li Şehîdgehê kirin. 12’ê Îlonê artêşa TC bi tankan ket Şehîdgehê û ev der bi temamî texrîb kir.
12’ê Îlonê danê êvarî, artêşa TC gundên Kûlê û Elê yên girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî bi obus û hawanan bomberdûman kir. Ev operasyon bi qismî vekişiya, lê hê di eraziyê de yekîneyên veşartî hene.
Hevalê Canfeda Agirî di pevçûnên 10’ê Îlonê de şehîd ket.
Li gundên Çoban û Girê Dem ên girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî, artêşa TC bi tîmên veşartî kemînan datîne.
QERS
13`ê Îlonê saet 21.40’an de ji aliyê gerîlayên me ve ji du aliyan ve li dijî midûriyeta emnîyetê ya giredayî navçeya Qaxizmana Qersê ji aliyê gerîlayên tîma Şehîd Hallo ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Bi bi çekên nîv otomatîk, 2 panzer û komeke polîsên tîmen taybet hatine hedefgirtin. Her du panzêr hatinen darbkirin, sekvanê ku xwest gerîlayan sûîqest bike hatiye ferq kirin û hatiye kuştin. Di çalakiyê de bi awayekî aşkera 3 polîs hatine kuştin.
13'ê Îlonê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî stasyona bazê û kafeteryayek giredayî bazê ya navenda Hilisînê ya li navçeya Sariqamişê ya Qersê çalakiyek sabotajê pêk hatiye. Di çalakiyê de kafeterya û stasyona bazê ji binî hatine îmhakirin.
ERDEXAN
13’ê Îlonê saet 12.20’an de li nav.eya Golan a Erdexanê komeke artêsa Tirk ji aliyê tîma gerîlayên me yên ku erka xwe dikirin ve hatine ferqkirin. Di navbera leşkerên ku ji aliyê gerîlayên me ve hatin ferqkirin û gerîlayên me de pevçûn derketiye, di pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin. Ev tîma gerîlayên me ji herêma pevçûnê bi awayekî parastî gihiştine herêma erka wan lê ye.
COLEMÊRG
Ji 10'ê Tebatê vir ve li navçeya Gever a Colemêrgê rêyên di navbera Geliyê Dostkî, rêya diçe Geliyê Dostkî-qereqola Oremar, rêya di navbera Colemêrg û Çelê di bin kontrola gerîlayên me de ne. Her wiha ji 4’ê Tebatê vir ve rêya ji gundê Derya ya diçe qereqola Bêzelê jî dibin kontrola gerîlayên me de ne.
ÇEWLIK
13`ê Îlonê saet 10.00’an de şîrketa Haskanlar a giredayî AKP’ê ya li ser rêya di navbera Şaredariya Servî û navçeya Dêra Hênê yaÇewlikê de, bi maşîneyeke xwestiye ji qereqolên derdor re kelûpelan bibe. Gerîlayên me jî li hemberî van maşîneyan çalakiyek pêk anîne û maşîne şewitandine.
NASNAMEYA 6 GERÎLAYAN
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir: