Yîgîtalp: Jinan bi tilîliyan bersiv didan bombeyan

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a ji her kêliya berxwedana Cizîrê re şahidî kir, da xuyakirin ku jinan bi tilîliyan bersiv didan bombe û terora dewletê ya li Cizîrê.

Parlamenter Yîgîtalp a ji her kêliya berxwedana Cizîrê re şahidî kir, qala rojên berxwedanê kir: Bomberdûman dihat kirin, lê belê jinan bi tilîliyan bersiv didan. Dayikekê bedena keça xwe ya dixist qerisînerê. Dîrok wê ti carî berpirsyarên vê yekê efû neke.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, ji her kêliya berxwedana Cizîrê ya li hemberî rewşa awarte ya li Cizîrê re şahidî kir.

Dayikên ku bedena zarokên xwe ji bo nerize xistin qerisînerê, dayikên bi qeşayê bedena zarokên difikandin-diparastin, pîrên dema xwedî li neviyên xwe derdiketin hatin kuştin, bavên ji bo nan ji zarokên xwe re bînin derketin kolanan lê bi guleya li serî ketin hatin înfazkirin, dît. Şahidî ji bedenên ciwan re kir ku ji ber jêçûna xwînê, jiyana xwe ji dest dan. Tevî parlamenterên din ên HDP'yî yên li navçeyê gule lê hat reşandin.

Yîgîtalp ji bo van hemû bûyerên dît û jiya dibêje, "Zehmet e were pênasekirin, bê veotin" û destnîşan dike ku yên ev kirine, berpirsyarên vê yekê wê ti carî ji aliyê dîrokê ve neyên efûkirin.

Yîgîtalp da xuyakirin ku jiyana gelê Cizîrê hînê ne ewle ye û got, "Lê belê gelê Cizîrê ne ew gel e ku paş ve gav biavêje. Min dît ku jinan bi tilîliyan bersiv dan wan bombeyan."

Yîgîtalp bersiv da pirsên me yên li ber berxwedana Cizîrê. Dema bûyerên jê re şahidî kir vedigot, carna bi hêrs dibû, carna jî zehmetî dikişand bipeyive. Lê belê timî digot, "Ez nikarim van ji bîr bikim."

BOMBERDÛMAN DIBÛ, JINAN BI TILÎLIYAN BERSIV DIDAN

Bersivên Yîgîtalp ên ji bo pirsan bi vî rengî ye:

Bi we re em beriya niha li ser berxwedana Farqînê axivîbûn. Li Cizîrê we çi encam derxist?

Cizîrê di sala 1992'an de rabû serhildanê. Ji 7 heta 70 salî her kes rêxistinbûyî ne. Hem têkoşiya ye, hem jî gelekî berdêl daye. Navçeyeke ku dema xwestiye bi nasnameya xwe bijî, bi awayekî gelekî giran hatiye cezakirin. Ji ber vê cezakirina giran a ji aliyê dewletê ve tê kirin, di nava gel de hest û refklesa xweparastinê derketiye holê. Ji sala 1992'an û vir ve ruhê têkoşînê ti carî kêm nebûye. Mînak; bombe tê avêtin, mirovek an jî zarokekî gelekî nêzî xwe winda dike, gelekî diêşe lê dîsa jî tevî vê êşê dijî û têkoşîna xwe didomîne. Bomberdûman dihat kirin, lê jinan bi tilîliyan bersiv didan. Min şahidî ji vê re kir. Min dît û jiya.

Dema bi çekên giran û tankan bomberdûman dihat kirin, hûn li taxan bûn. Wê demê gel çi dikir?

Dema li cihekî gelekî nêz êrîş hebû, gel ji bo xwe biparêze di destpêkê de ji wir diçû. Lê li her cihê lê bû 'bi derxistina deng-xirecirê' re nerazîbûna xwe nîşan dida. Li pîspîskan dixist, dengê tilîliyan bilind dibû. Bi vî rengî digot, 'ez li vir im'. Li Taxa Nûrê tiştên ku bavekî kurê xwe winda kir digot, ez ê ti carî ji bîr nekim. Ji me re got, 'Ev têkoşîneke. Bila ti kes li ber nekeve û serê xwe bernede jêrê'. Em gelekî li ber xwe ketin. Ji ber ku tu parlametner e û hewl dide êşa malbatê sivik bike. Lê bav ji te re dibêje, "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Înşalleh zarokên din nemire". Vegotina rewşên însanî yên qewimîn, bi rastî jî zehmet e.

LI DIJÎ ÇEKÊN DEWLETÊ, XENDEK BÊGUMAN PARASTINEKE TÊRKER NÎNE

Mirovan xwe çawa diparastin?

Li pêşiya taxê, bi tenê xendek hebûn. Gel, ji bo xwe ji operasyonên qirkirina siyasî, înfazan, mirin û îşkenceya di binê çavan de biparêze, ew xendek li pêşiya taxan koland. Ji ber tecrûbeyên beriya niha bi serê wan de hat, ev yek pêk anî. Her wiha dibîne ku herêma lê dijî ji aliyê ekkonomîk û civakî ve li gorî bajarên din ên Tirkiyeyê dezavantajên xwe hene. Bi ragihandina xwerêveberiyê re dixwaze vê dezavantajiyê, bi hêza xwe ya aborî, çandî, civakî û siyasî ji holê rake. Ji ber ku ev tercîh bilêv kir, rastî êrîşan hat û li hemberî êrîşan jî ji bo xweparastinê xendekan dikole. Lê belê dema mirov xendekan bînin pêşberî dewleta xwedî tekolojiya herî bilind a şer, hingî tê dîtin ku şêweyeke parastinê ya têrker nîne. Li hemberî xendekan tank top û çekên giran hene. Lê belê gel vê zordariyê qebûl nake û dibêje, "Ez ê bi nasnameya xwe bijîm. Eger li hemberî êrîşên ji ber vê daxwazê li min tê kirin, ez ê bi xendekan xwe biparêzim."

Dewletê, ji bo sedema êrîşên xwe yên li Cizîrê û bajarên din, xendekên li taxan hatin kolandin nîşan da. Eger ev xendek nebûna, wê helwesta dewletê çi bûya?

Xendek nebûna, dewletê wê dîsa êrîşî gel bikira. Gel jî ji xwe ev dît. Gel bûyer û qewimînan gelekî baş analîz dike. Ji ber ku gelekî polîtîk e. Ya bi serê wan de bê gelekî baş dizane. Dema Erdogan got, 'yek al, yek welat, yek milet' dizanîbû ku ev êrîş wê li hemberî wan bê kirin. Li Gimgimê refleksa gel a xweparastinê, hêrsa li hemberî ya li gerîla Ekîn Wan hat kirin bû. Di pêvajoya agirbestê de dewletê ji bo xweîfadekirina Kurdan ti gav neavêt. Desthilatdarî dibêje 'me mafên wan dan wan'. Ev gotin bi xwe jî li dijî exlaqê ye. Gel ji xwe dibêje 'mafên mrin hene, ez dixwazim bi mafên xwe bijîm'. Li Mûglayê, bi zorê bi Kurdekî da kirin ku peykerê Ataturk maçî bike. Ev yek sebra mirovan difûrîne. Kuştina ciwanekî ji ber axaftina bi Kurdî, nayê qebûlkirin. Li Pirsûsê qetilirina 33 mirovan û cezanekirina endamekî DAIŞ'ê, hem mirovan dixe nava fikaran hem jî mirovan bi hêrs dike. Dema ev hemû werin nirxandin wê bê dîtin ku pirsgirêk ne yên xendek kolandine, pirsgirêk yên bûne sedem ku ew xendek bên kolandin e. Mafê kesî nîne ku van xendekan nîqaş bike. Bi çekên giran ên ku navê wan jî em nizanin, 21 mirov qetil kirin. Hemû jî sivîl bûn.

DEMA PITIK DI HEMBÊZA DAYIKA XWE DE BÛ, KOBRAYAN GULE LÊ REŞANDIN

Mînak; ez bûyereke li Taxa Cûdî ya min dît, vebêjim. Roj ew roja ku digotin 'ti sivîl nehatine qetilkirin' bû. Agahî ji me re hat ku li aliyê jor ê qesepxaneyê gule li gelê sivîl hatiye reşandin. Bomberdûmaneke giran hebû. Dengekî bilind ê çek û bombeyan dihat. Gel mirin da ber çavên xwe û çû. Di destpêkê de pitikek anîn, di nava xwînê de bû. Dûre du jin û jin û mêrekî din anîn. Pitik dema di hembêza dayikê de bû, kobrayan gule lê reşandin. Dayik li ser rû dikeve erdê. Xwîna li ser zikê pitik xwîna dayikê bû. Pitik ji guh û lingê xwe birîndar bûbû. Dayikê jiyaan xwe ji dest dabû. Li cem wê jintiya wê jî hebû, ew jî hat kuştin. Dema dengê pitikê hat bihîstin, xwesûya wê xwest rahêje wê. Lê belê guleyan li xwesûya wê jî direşînin. Dûre kalik hewl dide rajêhe, ew jî ji kabika xwe birîndar dibe. Min ev bûyer bi çavê xwe dît.

CIZÎRÊ DENGÊ XWE NEDA BIHÎSTIN

Ya nebaş ev e; Dengê Cizîrê nehat bihîstin. Komkujiyeke mezin bû. Nû ji Cizîrê têm. Li cihê bi navê Girê Eşqê yê li jorê Cûdî bi dehan tank hatine bicihkirin. Li nava Taxa Nûrê bi dehan wesayîtên zirxî hene. Qedexeya derketina derve hatiye rakirin. Mîna ku qenciyek kirine. Ji xwe diviyabû derketina derve nehatibûya qedexekirin.

POLÎSAN DI DESTPÊKÊ DE GULE LI ZAROKAN REŞANDIN, DÛRE NAN HEMÛ BIRIN

We rewşa dawî ya Cizîrê jî vegotin. Gelo wê ji niha û pe ve rewş çi be?

Beriya her tiştî gelê Cizîrê wê li cihê lê ye, gavekê jî bi paş ve neavêje. Girînge ev yek baş were dîtin. Cizîr wê bibe mifteya vê pêvajoyê. We jî dîtin, cenazeyên pitikên biçûk hatin rakirin. Komkujiya li gelekî ku dixwaze weke xwe bijî hatiye kirin, gelo tê qebûlkirin? Agahî hat ku li taxekê gule li zarokan hatiye reşandin. Doktorê li wê taxê dimîne, mudaxleya destpêkê dike. Çongên zarokan parçe bûne. Zarok dema ji bo anîna nan çûn firinê, rastî gulereşandinê tên. Piştre polîsên tevgera taybet tên û hemû nanê li wir bi xwe re dibin.

GULE LI ME HAT REŞANDIN, BI ŞENSÊ EM NIHA DIJÎN

Hûn parlamenter jî bin, di nava wî şerî de ewlekariya jiyana we nîne. Hûn ji mirinê netirsiyan?

Gule li me jî hat reşandin. Bi şensê em niha dijîn. Çeka li ser wesayîta zirxî her li derdora xwe dizîvirî. Berê xwe dida me. Gelek caran min got, 'eger wê gule berde bila êdî berde'. Li Taxa Nûrê cenazeyên du rojan disekinî, hebûn. Êdî bêhn jê dihat. Em geriyan, lê ti sazî nehat. Piştre me îqna kirin ku wsayîta cenaze were. Me biryar dan ji malê derkevin. Bi gel re em derketin kolanê. Wesayîteke cenaze hat kolana Hezexê, me her du cenaze dan. Piştre ji bo av û elektrîkê em ketin nava hewldanan û ji bo vê ji taxê derketin. Em 4 wekîl bûn û 2 hevalên me yên şêwirmend. Di destpêkê de bombeya gazê avêtin me. Her der bû toz û dûxan. Dûre gule relşandin. Em li cih man. Sekinînin. Kolaneke teng bû. Deriyê wesayîteke zirxî vebû. Hingî min dît. Polîsekî pantalonê gerîla lê bû, pêlaveke dişibe ya mekap li xwe kiribû. Min di deriyê hat vekirin de lingê wî û ji camê jî rûyê wî dît. Riya wî dirêj bû, rengê laşê wî spî bû, polîsek bû. Ez wî li ku bibînim, ez ê wî nas bikim. Li me nihêrî û henekê xwe bi me kir. Dûre vegeriya û gule li kolanan reşand. Wesayîta zirxî akrep hinekî bi pêş ve çû, dûre vegeriya, ber bi me ve hat û cih li me asê kir. Hewl da me bieciqîne, dûre kengiyan û derbas bûn. Paşê em bi mez hatin Taxa Cûdî.

JI BO CENAZEYAN LÊ RABIGIRIN, EM LI DEPOYÊN CEMIDANDINÊ GERIYAN

Wan rojan dramên gelekî mezin ê mirovaniyê rû dan. Dayikekê bedena bêruh a zaroka xwe xist depoya ceminandine, xist sarincê. Ev tiştekî ku mirov nikare jê bawer bikin e. Dîrok wê ti carî berpirsyarê vê efû neke. Ev ê ti carî neyên ji bîr kirin. Em li depoyên cemidandinê geriyan ji bo cenazeyên xwe lê rabigirin. Ev yek nayê vegotin. Lê belê wê ti carî neyên ji bîr kirin.

Li Cizîr, Silopiya, Şemzînan, Gever, Sûr, Gimgimê rewşên mîna vê diqewimin. Ev ê ber bi ku ve biçe?

Ji bilî muzakereyê rêyeke din nîne. Gel li Rêberê xwe guhdarî dike, li kesekî din guhdarî nake. Eger bi Rêberê gel re muzakere bê kirin, wê lihevkirin jî destpê bike. Mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyê Serokkomar Erdogan ve nehat naskirin. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîdek heye. Heyet nikare bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bilî dawîanîna li van astengiyan û vegera li pêvajoya muzakereyê, rêyeke din nîne.