Cûdî û Nûr di dorpêçê de ne
Taxen Cûdî û Nûr ên Cizîrê ku dewletê di 8 rojan de 24 mirov qetil kirin, ji aliyê wesayîtên zirxî ve di nava dorpêçê de tên girtin.
Taxen Cûdî û Nûr ên Cizîrê ku dewletê di 8 rojan de 24 mirov qetil kirin, ji aliyê wesayîtên zirxî ve di nava dorpêçê de tên girtin.
Her çiqas li navçeya Cizîra ya Şirnexê qedexeya derketina kolana hatibe rakirin jî gef didomin. Wekîla HDP’ê Sîbel Yîgîtalp got: “Derdora Taxa Cûdî ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, li Taxa Nûrê jî nêzîkî 15 wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.”
Her wiha li navçeyê hê jî xetên telefonan naxebitin.