Qedexeya derketina kolanan li Farqîn û Sûrê rabû

Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexeya derketina kolanan saet di 17.00'an de hate rakirin.

Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexeya derketina kolanan saet di 17.00'an de hate rakirin.

Li navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê rêveberiya awerte ya ku duh hate îlankirin saet di 17.00'an de hate rakirin. Ji bo ku dorpêça li navçeyan bê rakirin welatî ji duh ve di çalakiyê de bûn û HDP'î û DBP'î jî têkîldarî mijarê bi Waliyê Amedê û Qaymeqamê Farqînê re hatin cem hev. Di encama hevdîtinan de qedexe hate rakirin. Heyetê anî ziman ku herdu navçe jî noqteyên hesas in û ji ber vê yekê jî xwestin ku dorpêç bê rakirin. Hate hinbûn ku Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy jî gotiye ku divê hemû kes bi hesas tevbigerin û dê qedexeyê rakin.