Yildirim: Perwerdeya bi Kurdî, pêwîstiya demokrasiya hemdem e

Parlamenterê HDP'ê Yildirim der barê qedexeya li ser perwerdeya bi Kurdî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Yildirim destnîşan kir ku perwerdeya bi Kurdî pêwîstiya demokrasiya hemdem e.

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, der barê yekemîn pêşnûm pirsa li Meclîsê hat redkirin û li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Yildirim da xuyakirin ku li hemberî cihêrengiyên li Komara Tirkiyeyê bi awayekî rêk û pêk polîtîkaya asîmîlasyon, înkar û tinekirinê hatiye meşandin û da zanîn ku ji ber vê polîtîkayê di serî de zimanê Kurdî gelek ziman rastî polîtîkayên bêrehm hatine.

Yildirim bal kişand ser girîngiya perwerdeiya bi zimanê Kurdî ji bo Kurdan û ji dewletê re got, "Hûn ji bo Kurdan gava herî pêş jî biavêjin, eger perwerdeya bi zimanê Kurdî tinebe, wê ew gav bêwate be."

'ŞERMEK E!'

Yildirim axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber vê yekê, yên ku edebiyata 'biratiya hezar salan' dikin, helwesta wan a li pêşberî perwerdeya bi zimanê dayikê Kurdî, wê nîşaneya samîmiyeta wan be. Ji ber ku Kurd dipirsin, 'Bira zimanê bira dibire?' Tevî ku ked û fedekariya Kurdan di damezrandina vî welatî de tê zanîn, axaftina li ser xweseriyê li aliyekî, em îro nikarin mijara perwerdeya bi zimanê dayikê çareser bikin. Daxwazên bi vî rengî yên rewa û bingehîn, timî tê terorîzekirin. Gotina 'ol ji dest diçe' ku berê weke navgîneke ji bo tepisandina mafan dihat bikaranîn, îro bi şêweyê 'welat ji dest diçe' dewam dike. Halbûkî daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê Kurdî, otonomî û garantiya destûra bingehîn, pêwîstiya demokrasiya hemdem e. Lewma, di vê serdema ku mirovahî xwe digihînin derveyî cîhanê de, bêparmayîna Kurdan ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê, şermek e."

'DI MALPERA MECLÎSÊ YA BI 8 ZIMANAN XIZMETÊ DIDE DE KURDÎ NÎNE'

Yildirim pêşnûme pirsa xwe ya di destpêka meha Îlonê de yekemcar bi Kurdî pêşkêş kir bibîr xist û got, "Ev pêşnûme xweparastinek bû. Bi vê yekê re min xwest hem balê bikişîne ser perwedeya bi zimanê dayikê, hem jî mexdûriyeta mamosteyên Kurdî nîşan bidim. Ji ber ku xweparastineke bi vî rengî nedihat hêvîkirin, Arşîv û Ewraqên Giştî yên Meclîsê mora xwe danî binê pêşnûmeyê û ji bo ji Wezareta Perwerdeya Millî re bê şandin nûmaraya 19815 jî lê hat kirin. Tevî vê yekê li malpera fermî ya Meclîsê ya înternetê, ev pêşnûme hat barkirin. Lê belê piştî ku hat fêmkirin pêşnûme bi Kurdî ye, yekser mor ji binî rakirin û hejmara wê betal kirin. Bi devkî gotin 'nehat fêmkirin' û pêşnûmeya me radestî Koma HDP'ê kirin. Bi heman rengî ji malpera înternetê ya Meclîsê bi lez û bez pêşnûmeya Kurdî hat rakirin. Xêre, ev telaşa we ji bo çi ye? Di malpera înternetê ya Meclîsê de bi 8 zimanan xizmet tê dayîn. Gelo di vê malperê de cih ji Kurdî re nîne?"