Jinên Nivîskar: Ger pêwîst bike em ê bibin mertalên zindî

Ji bo Aştiyê Koma Piştevaniyê Jinê, bi Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê re hevdîtin pêk anîn.

Heyeta Ji bo Aştiyê Koma Piştevaniyê ya di nav de Oya Baydar, Perîhan Magden û Ayşe Kûlîn heye, piştî diyar kirin ku bi gelê Cizîrê ya di pêvajoya rewşa awrate ya 8 rojan de zêdetirî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di nav piştevaniyê de ne, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay û Ahmet Turk ziyaret kirin.

Oya Baydar a li ser navê heyetê daxuyanî da got ku wek jinên rojava dijîn, ji bo êşa gelê Cizîrê parve bikin û bi wan re di nav piştevaniyê de bin çûne Cizîrê. Baydar çavdêriyên xwe yên li Cizîrê bi Akay û Turk re parve kirin.

TURK: TIŞTÊN LI VIR RÛ BI AWAYEKÎ RAST JI RAYA GIŞTÎ RE NAYÊ RAGIHANDIN

Turk li ser pirsa Baydar a “Ji bo şerê li herêmê raweste” ev bersiv da: "Pêwîst e destpêkê siyaseta sivîl bê bihêzkirin û pêşiya wê bê vekirin. Tiştên li vir rû didin bi awayekî rast ji raya giştî re nayê ragihandin. Divê em pêşiya vê bigirin. Pêwîst e geşedanên li herêmê bi awayekî rast ji gelên Tirkiyeyê re bê ragihandin. Hûn jî dikarin ji bo pêşî li vî şerî bigirin çalakiyên mîna mertalên zindî yên bihêle her du alî jî ji şer dûr bixe pêk bînın.”

Jinan diyar kirin ku eger pêwîst bike wê bibin mertalên zindî.