YPG: Em ê li hemberî kiryarên El-Nusra bêdeng nemînin

YPG'ê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û hevkarên wê kiryarên kirêt der heqê welatiyên Efrînê de dikin û got: “Em ê li hemberî kiryarên El-Nusra ti caran bêdeng nemînin, navên wan çi bin bila bibin em ê nehêlin ku kes şoreşa me ji me bidize.”

Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û hevkarên wê kiryarên kirêt der heqê welatiyên Efrînê de dikin û got: “Em ê li hemberî kiryarên El-Nusra ti caran bêdeng nemînin, navên wan çi bin bila bibin em ê nehêlin ku kes şoreşa me ji me bidize.”

Yekîneyên Parastina Gel a kantona Efrînê ji ber kiryarên çeteyên Cebhet El-Nusra û tabûrên alîgirên wê yên der heqê welatiyên Kurd ên kantona Efrînê de daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev demeke dirêj e gelê kantona Efrînê rastî gelek astengiyan tê, li aliyekî kantona Efrînê bi temamî dorpêçkirî ye û li aliyê din jî bûyerên mîna girtin û revandina welatiyên sivîl ji aliyê Cebhet El-Nusra û tabûrên pêre dibin hevkar tên kirin. Tişta ku dikin nakeve xizmeta ti kes û aliyan.

Ev kiryar hemû bi armanca têkbirina tecrûbeya demokratîk a kantonên Rojavayê Kurdistanê tên kirin û li pey wan jî gelek hêz û dewlet hene. Di demên dawî de Cebhet El-Nusra û hêzên girêdayî wê dest bi birîna rêyên ku ji aliyê gundên Atmê, Dara Ezza, Qubtan El-Cebel û El-Tamûra tên Efrînê, kirine. Li ser van rêyan welatiyan direvînin û îşkence dikin.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel bang li birayên xwe û hêzên paqij ên gelê Ereb dikin ku em li hemberî van kiryaran bêdeng namînin. Kiryarên ku ev hêz dikin eger dewam bikin rê li ber tevlîheviyên navxweyî vedike. Eger tevlîhevî derkeve tenê aliyên ku şoreşa me ji me didizin, sûd werdigrin. Divê her kes zanibe ku navên wan çi be bila bibe em ê rê nedin tu aliyan ku şoreşê ji me bidizin.”