Nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê diyar kir ku dîroka têkoşîna 35 salan ji berxwedan û lehengiyên bi heybet re şahidî kiriye û got, "Tevî gelê Kurd ji bo hemû gelan mîrate û kevneşopiyeke têkoşînê ya bi heybet afirandiye. Di afirandina vê yekê de ked, berxwedan û têkoşîna Serok Apo, rastiya zêdeyî bîst hezar şehîdên me û fedekariya gelê me, diyarker e. Tevgera me ya azadiyê kub i komeke biçûk re gihaşt mîlyonan, li ser vê mîrate û kevneşopiya têkoşînê îro hîn bêhtir bi bavên bi biryar û serketî ber bi pêşeroja azad ve dimeşe. Vê tevger û vî gelî nîşan daye ku ji bilî afirandina pêşeroja azad bi vîna xwe, ti alternatîf qebûl nekiriye û wê qebûl neke. Xwedî hişmendî û her şêwe navgînên rêxistinbûyîn û têkoşînê ye ku ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe li ser vê bingehê bidomîne. Dilsoziya me ya bi Serok Apo re, kevneşopiya berxwedanê ya şehîdên me ji me re hiştin, têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê me û berxwedana bi heybet a Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, garantiya têkneçûn û pêşeroja me ya azad e."
Komîteyê ragihadin ku di herikîna dîrokê de ti tevgerê mîna tevgera PKK'ê bi watedarî nêzî rastiya şehadetê nebûye û got, "Rêber Apo ji tinebûnê destpê kiriye û ji bo gelekî di nava tarîtiya dîrokeke lanetbûyî de rizgar bike û bigihîne azadiyê, di nava gelê kurdistanê de ruhê fedaî afirandiye û rêgeha dîrokeke nû û hemdem destnîşan kiriye. Heta ku wateyeke girîng ji şehîdan re neyê dayîn û weke çavkaniya bawerî û hêza manewî neyên dîtin, ne pêkan e ku serketineke bi vî rengî bi dest bikeve."
Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî dewam kir:
"PKK a li ser vê bingehê bi şehîdan re bû xwedî wate, veguherî tevgereke şehîdan. Sira destpêkê ya fedaîtî û fedekariya bilind, di vir de ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi gotina 'PKK partiya şehîdan e' PKK pênase kiriye. Weke malbatên van lehengên bi gorîkirina jiyana xwe rê nîşanî dîroka nû ya Kurdistanê dane, gelekî girîng e ku hûn jî di nava xwe de piştevaniyeke bi vî rengî biafirînin. Em bawerin ku bi nêzîkatiyeke bi vî ruhî re wê ast û rêxistinbûyîna pêwîst bi dest bikeve û weke Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK'ê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Em soz didin ku weke hevrêyên wan, em ê di her astê de xwe tevlî têkoşînê bikin û xwedî li mîrateya wan derkevin. Bi van nêrîn û hestan em we ji dil silav dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin."
Nasnameyên gerîlayên jiyaan xwe ji dest dane bi vî rengî ye:
Evîn Boga bi nasnav Evîn, di sala 1977'an de li Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1996'an de tevlî bû, di 28'ê Nîsana 1999'an de li Amed Akdagê jiyana xwe ji dest da.
Serhat Boga bi nasnav azad, di sala 1981'ê de li Tetwanê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Stenbolê tevlî bû, di 1'e Gulana 1995'an de li Agirî Sînekanda jiyana xwe ji dest da.
Emîne Çelîkpence bi nasnav Zelal Zîndan, di sala 1978'an de li Liceyê ji dayik bû, di sala 1995'an de tevlî bû, di 14'ê Adara 1999'an de li Cûdî Elcanê jiyana xwe ji dest da.
Nûrettîn Denîz bi nasnav Dilgeş, di sala 1976'an de li Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Tetwanê beşdar bû, di sala 1995'an de qada Şêx Cûma ya Şîrvanê jiyana xwe ji dest da.
Bulent Alpay bi nasnav Reşo, di sala 1967'an de li Qamuşanê ji dayik bû, di sala 1990'î de li Erebîstana Siûdî beşdar bû, di 2'ê Adara 1994'an de li Şenkaya jiyana xwe ji dest da.
Fahrî Ocak bi nasnav Behzat, di sala 1974'an de li Hezro ji dayik bû, di sala 1992'an de li Yewnanîstanê beşdar bû, di sala 1994'an de li Behdînanê jiyana xwe ji dest da.
Gulbahar Çeter bi nasnav Zîlan, di sala 1980 de li Şirnexê ji dayik bû, di 1996'an de li Stenbolê beşdar bû, di 23'ê Nîsana 1997'an de li Amed Hênê jiyana xwe ji dest da.
Mahmût Dag bi nasnav Serhat Mardîn, di 1967'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1990 de li Stenbolê tevlî bû, di 14'ê Cotmeha 1995'an de li Cûdî Botanê jiyana xwe ji dest da.
Sûat Yildiz bi nasnav Ferhat, di 1968'an de li wanê ji dayik bû, di 1994'an de li Stenbolê tevlî bû, di 1'e Îlona 1996'an de li Çiyayê Zer Botanê jiyana xwe ji dest da.
Hatîce Aydin bi nasnav Şervîn, di 1976'an de li Mûşê ji dayik bû, di 1992'an de li Malazgîrtê tevlî bû, di 25'ê Adara 1994'an de li Kosor a Mûşê jiyana xwe ji dest da.
Hacîre Şengul bi nasnav Menal, di 1972'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1991'ê de li Îzmîrê tevlî bû, di 1995'an de li Botan Garisa jiyana xwe ji dest da.
Hasan Turkaslan bi nasnav Seyda Mêrdîn, di 1977'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1992'an de li Qoserê tevlî bû, di 1995'an de li Gundê Xerezokê jiyana xwe ji dest da.
M. Emîn Tûran bi nasnav Dogan Gilîdag, di 1977'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1992'an de li Îzmîrê tevlî bû, di 29'ê Mijdara 1999'an de li Gari Çemenke jiyana xwe ji dest da.
Makbûle Sagindag bi nasnav Şîlan, di 1978'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1992'an de li Îzmîrê tevlî bû, di 20'ê Tebaxa 1994'an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.
Alî Akyol bi nasnav Edîp, di 1972'an de li Çewlikê ji dayik bû, di 1994'an de li Stenbolê beşdar bû, di 1996'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Nebahat Tûrhan bi nasnav Mizgîn, di 1975'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1992'an de li Aydinê tevlî bû, di 1995'an de li Garisa jiyana xwe ji dest da.
Saîm Bayram bi nasnav Zagros, di 1978'an de li Amedê ji dayik bû, di 1993'an de li Amedê tevlî bû, di 12'ê Gulana 1999'an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
Vehbî Yalman bi nasnav Fîkret Ateş, di 1962'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1985'an de li Amedê tevlî bû, di 31'ê Cotmeha 1994'an de li Pîran Aricakê jiyana xwe ji dest da.
Alî Er bi nasnav Serhat Şoreş, di sala 1973'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1991'ê de li Manîsa tevlî bû, di 21'ê Tîrmeha 1994'and e li Besta jiyana xwe ji dest da.
Giyasettîn Atakan bi nasnav Gernas Çiya, di sala 1977'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1991'ê de tevlî bû, di 2'ê Hezîrana 1997'an de li Bazîdê jiyana xwe ji dest da.
Nejat Aydin bi nasnav Rêzan, di 1976'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1990'î de li Sêrtê beşdar bû, di 13'ê Îlona 1994'an de li Çarçela jiyana xwe ji dest da.
Tevfîk Çoban bi nasnav Felat, di 1976'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1996'an de li Stenbolê beşdar bû, di 1998'an de jiyana xwe ji dest da.
Gulîstan Başkoç bi nasnav Aysel, di sala 1972'an de li Dihê ji dayik bû, di 1989'an de li Sêrtê tevlî bû, di 8'ê Tîrmeha 1994'an de li Şîrvan Sapê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Emîn Dayan bi nasnav Ferhat Polat, di 1969'an de li Sêrtê ji dayik bû, di 1991'ê de li Sêrtê beşdar bû, di 23'ê Nîsana 1994'an de li Botan Zavita jiyana xwe ji dest da.