Tirkiye di nav krîzeke siyasî de ye. Sedema vê yekê jî ew e ku sîstem ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê nabe bersiv. Derkete holê ku Tirkiye bi têgihîştin û jiberên salên beriya 90’î nema dikare bê birêvebirin. Bêguman bi sala 1946’an re hat xwestin ku li Tirkiyeyê sîstemeke pir partî û hilbijartinê were avakirin.
Lê belê ji ber ku ji ber ferzkirina şert û mercên navneteweyî derbasî vê sîstemê bû, her wiha ji ber ku parametre û paradîgmayên dema damezirandina komarê yên bingehîn nehatin guherandin Tirkiye ne di wateyeke rastî de demokrat bû, ne jî karîbû bersivê bide pirsgirêkên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê komên ku xistin bin zextê nerazîbûn û têkoşîna xwe domandin lê belê nêzîkatiyeke çareseriyê ji bo van pirsgirêkan nehat dîtin. Piştî ku li dijî têkoşîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê paradîgmaya klasîk a dewletê bêzar bû, bi beşdarkirina îslama siyasî ya nav sîstemê re eniya têkoşînê ya li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê hat berfirehkirin.
Ji ber vê yekê jî dema îslama siyasî xistin nav dewletê û mirovekî ku xanima wî bi turban e xistin serokkomar, muxalefeta îslamî ya heyî helwesta xwe ya demokratîk bi tevahî da aliyekî; hewl da di nav dewletê de xwe mezin û bi hêz bike. Lê belê ew jî mîna yên dawiyê pê hesiyan xwestin bibin hêza hegonomîk a sîstemê û tenê li dijî kurdan ketin nav tevgerê. Her wiha bi hin hêzên nav sîstemê re jî hatin dijberî hev.
Li gorî armanc û hedefa xistina nav sîstemê ya AKP’ê û şefê wê Erdogan û ji ber daxwaza bûyîna hêzeke hegemon li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê şer da destpêkirin. Gelê kurd dema bi diyalog û rêya muzakereyê ji bo çareseriyê encam bi dest nexist, dîsa encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê ku dikaribûn ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk bibin bingeheke bi hêz tine hatin hesibandin, biryara avakirina jiyana xwe ya demokratîk û azad da. Li dijî helwesta gel a ji herêmê pêşxistina demokrasiyê û demokratîzekirina Tirkiyeyê, bû hedefa êrîşên tund ên polîs û leşkeran û ev yek bû sedem ku şerê di 24’ê Tîrmehê de bi sed balafirî hatibû destpêkirin kûrtir bibe. Piştî ku gerîla bersiv da êrîşên li dijî gel şerê ku AKP’ê dabû destpêkirin bû rojeva bingehîn a Tirkiyeyê.
Ji ber ku dewleta tirk xwedî zîhniyeta hegemonîk û yekparêz e bersiva tund da hewldanên gel ên dixwest xwerêveberiyê ava bike. Vê yekê jî hişt ku rojev ji pêngava avakirina demokrasiya herêmî ya gelê kurd veguhere ser şer û pevçûnan. Ya rast dewleta tirk nedifikirî ku gerîla dikare performanseke bersivdayînê ya di vê astê de nîşan bide. Difikirî ku bi dijwariya pêk bîne wê gelê kurd û hêzên demokrasiyê biçewisîne. Lê belê rewş mîna ku AKP difikirî neçû serî. Li dewsa ku AKP li hemberî vê rewşê rasyonal û aqilane tevbigere, polîtîka û gotinên mîna heta yek ji wan bimîne em ê biçewisînin didomîne. Hebûn û pêşeroja xwe bi çewisandina Tevgera Azadiya Kurd re girêdaye. Gelek hêzên ku ji dijwarbûna şer bi fikar in banga agirbesta dualî dikin.
Herî dawî rêveberên Yekitiya Ewropayê û komên siyasî yên Parlamenta Ewropayê banga agirbesta dualî kirin. Li ser bingeha agirbesta dualî jî daxwaza bi muzakereyê çareserkirina pirsgirêkê kirin. Ev bangên mafdar û maqûl in. Lê belê ji ber ku îrade û biryara dewleta tirk a çareseriya pirsgirêka kurd tine ye, di mercên agirbesta dualî de muzakereyê qebûl nake. Gotinên Tayyîp Erdogan ên mîna, “Pirsgirêka kurt tine ye, alî tine ne, masa jî tine ye, heyeta çavdêran jî tine ye” îfadeya vê yekê ye. Ji xwe nîşandana muameleya rehîne û meşandina tecrîda li ser Rêber Apo ku nêzîkatiya herî maqûl a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîşan dide jî ji ber vê yekê ye.
Tevgera Azadiya Kurd ji bo agirbesteke dualî ya tahkîmkirî ya li ser bingeha muzakereyê ku mijûlkirinê naxe hedef tim amade ye. Ji xwe heta niha ev 9 car in yekalî agirbest îlan kirine û ev nîşaneya vê helwestê ye. Ti caran me negot em ê heta dawî şer bikin da dewleta tirk li pêşberî me bikeve ser çokên xwe; me ji çareseriyeke demokratîk a siyasî ya di nav sînorên Tirkiyeyê de bawer kir û ev mîna rêya herî rast a çareseriyê dît. Her çiqasî polîtîkayên AKP’ê di nav civakê de bawerî şikandibe jî em hêna jî bawer dikin ku pirsgirêk dikare bi rêyên demokratîk çareser bibe. Lê belê Tirkiye bersivê nade vê yekê. Nêzîkî çareseriya pirsgirêka kurd a li gorî normên gerdûnî û çareseriyên li cihên din ên cîhanê nabe; bi rêbazên tirkîtiyê di bin navê çareseriya neteweyî de bêçareseriyê û hiştina kurdan a di bin sîstema tevkujiya çandî de ferz dike. Eger agirbesteke li ser bingeha muzakereyê ya navbeynkar û çavdêran qebûl dike û bibe bingeha çareseriya were qebûlkirin, Tevgera Azadiya Kurd ji bo vê yekê her kêlî amade ye. Pêknehatina agirbesteke bi vî rengî ji ber helwestên dewleta tirk e.
Navbeynkariyên bêalî dikarin bi hêsanî vê yekê tesbît bikin. Sernivîsên mijarên ku wê werin muzakerekirin di Mutabaqata Dolmabahçeyê de hatine destnîşankirin. Ji xwe bangên ji Ewropa û cihên din tên kirin jî di çarçoveya vegera muzakereyê de ne. Muzakere ji bo çareseriyeke mayînde ye. Ji ber vê yekê jî eger dewleta tirk bêje ji muzakereyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi hebûna çavdêrên bêalî re ez amade me, derfetê bide ku sermuzakerevan Rêber Apo azad karibe rola xwe bilîze sibe dikare agirbest pêk were. Lê belê mîna berê, xapandin, mijûlkirin, gavneavêtina ji bo çareseriyê wê wekî niha rê li ber rewşên şer ên dijwartir veke. Ji ber ku ev nêzîkatî, wê bibe sedem ku dema derfet dît êrîşên çewisandinê dîsa bixe dewrê û ev wê bandorên şer kûrtir bike. Ji ber vê yekê jî agirbesteke dualî ya ji demên borî cudatir a ku muzakereyê dike hedef, dikare watedar be û encamê bide. Dewleta tirk divê têgihîştina, ‘şerê li dijî terorîzmê’ deyne aliyekî. Pirsgirêkeke sedsalî mijara gotinê ye.
Ev jî pirsgirêka kurd e. Yên agirbesta dualî dixwazin dibêjin pirsgirêka kurd heye û divê were çareserkirin. Tirkiye bi çaresernekirina vê yekê demê winda dike, xwînê winda dike. Ji ber vê yekê jî divê polîtîkayên mijûlkirin, xapandin, bi demê re rizandin, dema derfet bi dest ket çewisandinê werin terikandin. Bi cehwerî divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biryar were dayîn. Dema wisa nêzîkatî hebe Tirkiye lawaz nabe, parçe nabe, berevajî wê bi hêztir bibe. Yên çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin qet şik û guman tine ye ku naxwazin Tirkiye bi hêz bibe.