Li Berlînê, ji bo Cizîrê çalakiya nobedê

Li Berlînê, ji bo Cizîrê çalakiya nobedê ya sê rojan hat destpêkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Destdan, ji bo destekkirina gelê Cizîrê çalakiya nobedê ya sê rojan hat destpêkirin. Çalakî saet di navbera 11:00-14:00 de li ber Brandenbûrger Tor tê lidarxistin.

XWERÊVEBERÎ HAT SILAVKIRIN

Di roja destpêkê ya çalakiya nobedê de, îlana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê hat silavkirin, pankartên li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin.

Her wiha bi wesîleya çalakiya edaletê ya her Çarşemê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê tê lidarxistin, pankartên ji wêneyên şoreşgerên Kurd ên hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin.