Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), bang li navendên civaka demokratîk, hemû sazî û kargehên Kurdistaniyan kir, ku li hemberî êrîş û provokasyonên gangaz hişyar û baldar bin. CDK-F ji hemû saziyan xwest, ku tedbîrên xwe werbigirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê de hat bibîrxistin, ku li gel hovîtî û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, Ocaxên Osmanî yên ji aliyê AKP'ê ve bi taybetî hatine birêxistinkirin, li Ewropayê jî êrîşî Kurdistaniyan, dostên wan, çalakiyên demokratîk û kargehên Kurdan dikin û ev êrîş şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê destûrê nedin faşîzmê" û a zanîn ku di serî de Fransa hemû welatên li Ewropayê, ji êrîşeke li hemberî Kurdan berpirsyar in.
CDK-F li hemberî vê yekê banga hişyariyê kir û got, "Di serî de navendên civaka demokratîk, em bang li hemû saziyên Kurdistanî û kargehên Kurdan ên li Fransayê dikin ku li hemberî êrîş û provokasyonan hişyar bin û tedbîrên xwe yên pêwîst werbigirin."