Gerîlayê HPG’ê Tanir li Êlihê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nevzat Tanir (Întîkam Gabar) di bombebarana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê hat definkirin.

Li Şirnexê roja 13'ê Îlonê helîkopterên kobra beahiya Heştanê bomberan kirin û di encama bombebaranê de gerîlayê HPG'ê Nevzat Tanir (Întîkam Gabar) bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û li gundê Aquba yê Êlihê hat definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê malbata Tanir cenazeyê zarokê xwe wergirt û ber bi Êlihê ve bi rê ket. Cenazeyê Tanir di ketina gund de ji hêla zêdetirî deh hezar welatiyan ve bi dirûşmên, "Întîkam Gabar nemir e", "Kujer polîs hevkar AKP" û "Ji Ocalan ê PKK damezrand re hezar silav" hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Tanir bi ala PKK'ê xemilandin û li ser milan birin goristan gund. Cenazeyê Tanir bi dirûşm û dûayan hat definkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê bavê Tanir Mahsum Tanir di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji ber kurê wî di rêya namûs û rûmetê de şehîd ketiye ew serbilind in û sersaxî ji gelê Kurd xwest.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî di merasîmê de ev tişt anî ziman: "Ev êrîşên bi piştgiriya AKP'ê pêk tên çawa bi berxwedana gelê Kobanê têk çû wê li Cizîrê jî têk biçe."
Welatî piştî merasîmê çûn konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê xwestin.