Wê li Amedê aktîvîteya ‘Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” pêk bê
Li Amedê wê bi şîara “Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” hin rêze çalakî bên lidarxistin.
Li Amedê wê bi şîara “Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” hin rêze çalakî bên lidarxistin.
DBP, ji bo li hember polîtîkayên şer ên AKP'ê daxwaza aştiyê bîne ziman wê di navbera 18-19’ê Îlonê de bi şîara, “Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” hin rêze çalakî pêk bîne.
DBP’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got: "Piştî 7’ê Hezîranê encamên hilbijartinê ku ji aliyê Qesrê û AKP’ê ve nehatin qebûlkirin û li hember vê bi her cureyî polîtîka û pêkanîna tinehesibandinê dewam dike. Gelên me bi îlana xwerêveberiyên pêş xistin, bersiv dane mirin, girtin û hwd pêkanînên terorê. Ji aliyekî ve jî ev daxwaz heta tê xwestin tên manîpulekirin, vedugerînin sedema zext û êrîşan.”
'BI HEV RE BER BI XWERÊVERIYÊ'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her roj hevşaredar, endamên meclîsê û xebatkarên partiyê tên binçavkirin, ji wezîfeyê tên dûrxistin û wiha hat gotin:
"Li hemberî van polîtîka û pêkanînên derveyî mirovatiyê û hiqûqê tine dihesibînin, ji bo em helwesta xwe ya aştiyane û demokratîk nîşan bidin, asteng bikin ku di nav spekulasyon-manîpulasyonan bên asêkirin, di 18-19’ê Îlona 2015’an de bi şîara, ‘Bi hev re ber bi xwerêveberiyê’ em ê rêze çalakiyên ji çalakiyên rûniştinê û platformên nîqaşê pêk tên li dar bixin.
Di çalakiyan de wê KCD, HDP, HDK, parlamenterên me yên herêmê, hevşaredarên me, endamên me yên şaredariyê, saziyên jin û ciwanan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bin.”
BERNAME
Bernameya aktîvîteyên ku wê li Sumerparkê pêk bên wiha ye:
"Cih: Sumerpark Amed
18’ê Îlonê roja Înê
10.00 Destpêk
11.00 Axaftina Vekirinê
Firat Anli, Hevserokê Rêveberiya Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê (Weşana Zindî)
11.45 Çalakiya rûniştinê: Giştî roj (19’ê Îlonê roja Înê saet heta 10.00’an didome)
14.00 -16.30 Kursiya Serbest (Weşana Zindî)
16.00-19.30 Aktîvîteya Çandî
20.00 -23.00 Li Amfiyê Civîna Vekirî (Weşana Zindî)
Moderator: Tûncer Bakirhan, Hevşaredarê Sêrtê
Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê
Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê
Emîne Esmer, Hevşaredara Silopiyayê
Nûrhayat Altûn, Hevşaredara Dêrsimê
Hatîp Dîcle, Hevserokê KCD’ê
Emîne Ayna, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)
Ayla Akat Ata, Nûnera KJA’yê
Wê nûnerên Meclîsa Bajêr, Ciwan û Saziyên Civaka Sivîl (STK) jî tevlî bibin
19.30-22.30 Aktîvîteya Çandî
19’ê Îlonê 2015 Roja Yekşemê:
09:30 -10.00 Axaftina Girtinê û daxuyaniya çapemeniyê (Weşana Zindî)
Çîmen Işik, Hevseroka Rêveberiya Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk"