Çalakiyên gerîlayan didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de li gor ên hatine tespîtkirin 19 leşker, yek jê komîser 3 polîs mirine polîsek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de li gor ên hatine tespîtkirin 19 leşker, yek jê komîser 3 polîs mirine polîsek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Bakurê Kurdistanê ev agahî da:

“17’ê Îlonê saet 06.00 ji qada Şapatan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê re sewqiyat hatiye kirin. Tankên artêşa TC piştî sewqiyatê dema vedigeriyan qada Dola Bermîşa bombe kirine. Li vir li hemberî 2 leşkerên ku ji wesayîta leşkerî daketine çalakiya sûîqestê pêk hatiye û 2 leşker hatine kuştin. Her wiha artêşa TC rêyên Betkare – Seraro û Seraro – Bermîşa girtiye û nasname kontrol kirine. Sewqiyat û bomberdûmana artêşa TC a li herêmê heta saet 21.00’ê dewam kiriye.

16’ê Îlonê saet di navbera 16.00 û 18.30’î de li rêgeha di navbera Sîrînos û gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê de tîmeke me ya gerîla rê kontrol kiriye. Dîsa saet 18.30 di çalakiya sabotajê ya li hember stasyona bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Şakîta ya girêdayî Geverê de stasyona bazê bi temamî îmha bûye.

Di çarçoveya pêngava Şehîd Reşîd Serdar de sibeha 15’ê Îlonê di navbera 06.00 û 16.00’an de li ser rêya di navbera Şemzînan û Geliyê Bezelê de hêzên me yên gerîla çalakiya kontrola rê kirine. Li vir ku 20 wesayît kom bûne, kontrola nasnameyan hatiye kirin û der barê pêvajoyê de agahdarî hatiye kirin.

LI BAZIDÊ JI DU BASKAN ÇALAKÎ

13’ê  Îlonê saet 21.30 hêzên me yên gerîla 2 du baskan li hember tûgaya girêdayî navçeya Bazid a Agirî çalakiyek li dar xistine. Li vir baska yekemîn kulubeya nobedê kiriye hedef; baskê duyemîn jî leşkerên li ber kulubeyê kiriye hedef. Li vir bi giştî 4 leşker hatine kuştin.

16’ê Îlonê saet  03.30 gerîlayên me; li hember kulubeya leşkerî ya li girtîgehê çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Ev çalakî li hember zext, îşkence û girtinên li hember gelê me yê li herêma Serhedê pêk tê hatiye kirin. Piştî vê çalakiyê gerîlayên me bi awayekî saxlem gihiştine bargehên xwe.

RÊYA AMED-ÇEWLIK JI 13’Ê ÎLONÊ VE DI KONTROLA GERÎLAYAN DE YE

Ji 13’ê Îlonê ve rêya di navbera Çewlik-Amedê de di kontrola hêzên me yên gerîla de ye.

Wesayîteke ku kelûpel ji qereqola Korxan re dibir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rawestandin, şewitandin û îmhakirin. Ajokarê wesayîtê jî hatiye hişyarkirin û berdan.

Ji 1’ê Tebaxê ve rêya di navbera Farqîn û Pasûrê de di kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Gerîlayên me li hember stasyoneke bazê ya Turkcell çalakiyek li dar xistine û stasyon hatiye îmhakirin.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI HEMBER EWLEHIYA GIRTÎGEHA BEDLÎSÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎN

16’ê Îlonê saet 21.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li hember leşkerên ku ewlehiya girtîgehê ya navenda Bedlîsê dikin, bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn. Nîzamiye, kulubeya nobedê û avahî bi roketan B-7 hatin hedef girtin û bi bandor hatin bombebarandin. Ji ber bomberdûmanên bi bandor avahî şewitî. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û mirî û birîndarên xwe rakirin.

17’ê Îlonê saet 04.00’an artêşa TC bi helîkopterên Kobra ve şehîdgehên Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl ên girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanê de şehîdgeh tehrîp bûn û erazî şewitî.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan  û Dêrsim-Pilûr di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

ÇALAKIYÊN SILAVKIRINA BERXWEDANA CİZÎRE

15’ê Îlonê saet 23.40’an li Taxa Aştiyê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo mîsîllemeya hevalê Şehîd Canşer û bersivdayina êrîşên li hember gelê Cizîrê çalakî pêk hat. Li hember wesayîta Ejder û Akrep hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê pêk anîn, dema wesayîta Ejder derbas dibû taqemenî pêk hat. Di encam de wesayîta Ejder bi temamî îmha bû, wesayîta Akrep jî derbe xwar. Di encam de 1 jê komîser 3 polîs mirin, polîsek bi giranî birîndar bû. Hejmara birîndaran bi temamî nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê polîsan li derdora xwe gule reşandin û cihê çalakiyê dorpêç kirin.

16’ê Îlonê saet 16.10’an li Elbak a Wanê ji bo bersivdayina komkujiyên li hember gelê Cizîrê çalakiyek bersivdayînê pêk hat. Hêzên gerîlayên me li bexçeyê qereqola Kisimli ya girêdayî navçeya Elbakê wesayîtek leşkerî ya Reo û 5 leşkerên li dora wê kirin hedef. Piştî çalakiyê tiştê ku bi çav hat tespîtkirin; 3 leşker hatin kuştin û wesayît hat derbkirin.

16’ê Îlonê saet 15.30’an li herêma Kato Jîrka ya girêdayî navçeya Bêşebabê ya Şirnexê gerîlayên me pêgerek hewayî ya bê mirov kirin hedef. Ev pêgera hewayî ya bê mirov hat derbkirin û ji qadê dûr ket. Her wiha, heman roj danê êvarî 2 pêgerên hewayî yên bê mirov keşfa xwe domandin. Ev keşf heta saet 21.00’an berdewam kirin.

15’ê Îlonê saet 18.10’an de li herêma Gabarê ya girêdayî Şirnexê dema tîmek gerîlayên me diçûn wezîfeyê li qirika Bûzûka ya navbera Mişar û Çiravê ketin kemîna artêşa TC’yê. Saet di navbera 18.10-19.30’an de di navbera gerîlayên me û leşkeran de pêvçûn çêbû. Di pevçûnê de cerdevanên Reşînê û Bûzûga jî cih girtin. Di pevçûnan de bi zelalî 5 leşker hatin kuştin. Saet 19.30’an helîkopterên Kobrayê li herêmê dan û piştre bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.

16’ê Îlonê danê êvarî saet 18.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Reşînê ya li herêma Gabarê ya girêdayî Şirnexê çalakiyek sûîqestê pêk anîn. Di encama çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe rasterast gulebaran kir.

ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Her wiha 16’ê Îlonê saet 14.30’an tîmek gerîlayên me li hember çepereke ku 3 leşker têde ya li alaya TRT’ê ya girêdayî Gabarê çalakiyek sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC ji qereqolên Girê Cotyar û TRT’ê li derdora xwe û cihê çalakiyê gule reşand.

16’ê Îlonê artêşa TC, girekî ewlehiya rê pêk tîne yê nêzî gundê Xirbêkîryanê yê girêdayî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dagir kir. Di vî girî de hem cerdevan hem jî leşker hene. Tîmek gerîlayê me li hember 2 çeperên vî girî di saet 18.00’an de çalakiyek pêk anî. Mewziyên ku bi roket û çêkên ferdî rastî êrîşê hat şewitîn. Di vir de hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin, lê wesayîtên zirxî û ambulansan mirî û birîndarên xwe rakirin.

16’ê Îlonê saet di navbera 13.30-14.30’an de balafirên şer bi koordîneya pêgerên hewayî yên keşfê herêmên Kato Marînos, Kato Kavalê û Mezra Marînos ên girêdayî Botanê bomberdûman kirin. Heman demê de qereqola Peyanis a girêdayî Colemergê jî saet di navbera 14.30-15.30’an de herêma Kato Marînos bi çekên giran gulebaran kir. Ji ber êrîşên qereqola eraziya herêmê şewitî û ev şewat heta saet 21.00’an jî berdewam kiriye.

16’ê Îlonê saet di navbera 15.00-16.00’an de artêşa TC ji qereqola Grana qûntarên Govendê, Mergê, Tepe Xwedê bi obus û hawanan bomberdûman kir. Dîsa 17’ê Îlonê danê sibê saet di navbera 05.30-06.00’an de qereqolên Silo, Şapatan, Tepe Sîvrî Dola Hesaba, Govendê, Tepe Sor û qûntarên wê bi çekên A-4, tank, obus û hawanan gulebaran û bomberdûman kirin. Li hember vê jî hêzên gerîlayên me bi çekên giran bersiv da qereqola Grana. Di encama êrîşên dijmin de li herêmên Şehîd Fîraz û Dola Hesaba erazî şewitî û şewat hê jî didome.

17’ê Îlonê ber bi sibê saet 00.00-01.00’ê, dîsa saet 05.30-06.30’an qereqola Oramar herêma Şehîd Gafûr a li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank û çekên A-4’ê gulebaran û bombebaran kir.

16’ê Îlonê saet di 09.00 û 09.15’an de hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li hember qereqola Oramar û girê girêdayî wê yê Şehîd Zinar pêk anî. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Oramarê derdora xwe û herêma Şehîd Gafûr bi A-4, A-6, tank, obus û hawanan heta saet 12.30’an bê navber bombebaran û gulebaran kir.

16’ê Îlonê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran û navîn li hember qereqola Oramar û girên girêdayî qereqolê yên Şehîd Şiyar, Tepe Sor, Tepe Şehîd Zinar çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de çeperên A-4, hawan û obusê hat derbkirin. Di pevçûna 15 deqeyan berdewam kir de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

13 û 17’ê Îlonê saet di navbera 05.20-17.00’an de alayên Şemzînanê û qereqola Gomanê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemergê, herêma Betkarê bi obus û hawanan bomberdûman kirin.”