KCK: Em ji agirbesta du alî ya tehkîmkirî re amade ne - HAT NÛKIRIN

KCK’ê diyar kir ku bangên agirbesta du alî û vegera muzakereyê ya ji gelek aliyan ve bi qîmet û watedar dibînin û got: “Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê re amade ne.”

KCK’ê diyar kir ku bangên agirbesta du alî û vegera muzakereyê ya ji gelek aliyan ve bi qîmet û watedar dibînin û got: “Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê re amade ne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiye, komên siyasî yên Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê di serî de ji gelek derdoran ku bangên agirbesta du alî û vegera muzakereyê tê kirin bi qîmet û watedar dibînin û got: “Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê tehkîmkirî re amade ne, em caeke din ji raya giştî re radigihînin ku em destekê didin têkoşîn û hewldanên gelên me, hêzên demokrasiyê û derdorên aştiyê yên ji bo çareseriya siyasî û aştiya mayînde.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Divê tevayî rêya giştî zanibe ku, bi salane dewleta Tirk bi Tevgera me ya Azadiyê û Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye. Tevgera me û Rêber Apo tevî mijûlkirin û qezenckirina demê ya dewleta Tirk û AKP’ê ji bo civakê û dewleta Tirk beralî çareseriyê bike û gavan bi AKP’ê bide avêtin bi sebir nêz bûye. Li Îmraliyê di encama hevdîtinên bi Rêber Apo re 28’ê Sibatê belgeya çarçoveya muzakereyê û nexşerê ya em jî, hikûmet jî û rayedarên dewletê jî li ser mutabiq bûn li Qesra Dolmabahçeyê ji raya giştî re hatiye pêşkêkirin. Piştî weşandina Mutabeqata Dolmabahçe çapemeniya alîgirê hikûmetê jî di nav de, di hemû çapemenî û raya giştî de hêviya ku pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê wê çareser bibe belav bû. Di carekê de Tirkiye gihişt rehetiyêkê. Lê paşê di demeke kurt de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got: “Ez vê mutabeqatê qebûl nakim; weke tê zanîn ti eleqeya wê bi demokrasiyê re nîne; pirsgirêka Kurd jî nîne, muxateb jî nîne, alî jî nîne, heyeta şopandinê jî nayê qebûlkirin” û ev weke bombeyekê ketiye nav hêviya gelan. Weke ku ava qerisî bi ser raya giştî were rijandin. Ev hemû rastiyên bê mubalexe ne. Mîna bi salan e li Oslo û Îmrali hevdîtin tên kirin, bi gotina ‘Ev Îmraliyê meşrû dike’ niyeta xwe ya rast derxistiye holê.”

LI SER RÊBER APO TECRÎDA GIRANKIRÎ PÊK TÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li hember Rêber Apo yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd timî maqul nêz bû, xwest agirbest bê îlankirin û pêvajoya diyalogê da destpêkirin, ji 5’ê Nîsanê ve tecrîdeke giran tê meşandin” û wiha dewam kir: "Bi vî awayî derketiye holê ku li hember Rêber Apo polîtîkaya rehîne tê meşandin û dixwazin Rêber Apo ji bo armanca xwe bikin navgîn. Rêber Apo gelek caran ku bi gotina, “Min nekin navgîn û rast nêzî hevdîtinên li vir bibin’ hişyar kir jî, dest ji van feraset û polîtîkayan bernedane û di encam de biryar girtine ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bipelçiqînın û tasfiye bikin.

‘DEWLETA TIRK, BI BIRYARA XWERÊVEBERIYA GEL RE ÊRÎŞ Û ŞER BERFIREHTIR Û KÛRTIR KIR’

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hember Tevgera Azadiya Kurd biryara şer piştî gelê me 7-8’ê Mijdarê bi serhildanan li Kobanê xwedî derket di 30’ê Mijdarê 2014’an civîna Desteya Ewlekariyê ya Mîllî de girt. Mutabeqata Dolmabahçeyê ji ber bê biryara şer red kirin. Bi tecrîda giran a li hember Rêber Apo dest bi şer kirin, piştî binketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê di 24’ê Tirmehê de bi êrîşên îmhayê jî ev şer xistin meriyetê. Gelê Kurd jî li hember redkirina Mutabeqata Dolmabahçeyê, nasnekirina hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku wê ji çareseriyên siyasî yên demokratîk re bibûna bingeh û di 24’ê Tirmehê de şerê ku bi êrîşên giran ketin meriyetê; biryara jiyana xwe yê azad û demokratîk avakirin û îlankirina xwerêveberiyê stand. Dewleta Tirk, bi standina biryara xwerêveberiyê ya gel, şer, zext û êrîşên ku 24’ê Tirmehê xist meriyetê zêdetir, berfirehtir û kûrtir kir.”

‘GERÎLA BI ÇALAKIYÊN MÎSÎLLEMEYÊ BERSIV DA ÊRÎŞAN’

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir:

“Li hember îlanên xwerêveberiyê êrîş li dijî gel zêde bûn, ji ber vê gerîlayên me bi çalakiyên mîsîllemeyê bersiv da. Polîtîkayên AKP’ê yên beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan, rewşek şer derxist holê. AKP’ê ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû, bi polîtîkayên şer xwest ku hikûmeta xwe ya ne rewa rewa bike, di vê atmosferê de hinek derdoran bikşîne gel xwe; di atmosfera hilbijartinan de bi zêdekirina zextan ji nû ve desthilatê bi dest bixe, kiriye hedef. Di vê perspektîfê de, em bi raya giştî re, di gotina ‘Ev şer şerê Qesrê ye’ heman fikrî de ne. Şerê ku AKP’ê li hember Tevgera Azadiyê destpê kir; ne ji bo parastina welat e, ne jî parastina yekîtiya welat e. Berevajî, AKP’e bi polîtîkayên xwe gelan tîne hemberî hev û bi awayekî fîîlî Tirkiyeyê parçe dike. Li bajarên Tirkiyeyê li hember gelê Kurd û HDP’ê; li bajarên Kurdistanê bi artêşa dagirker û polîsan êrîşên pêk tên, bi temamî vê rastiyê datîne holê.”

‘BANGAWAZIYÊN AGIRBESTA DUALÎ BI NIRX Û WATEDAR IN’

Li Tirkiye û Kurdistanê gelek derdor ji vê atmosfera şer bi fikar in. Ji hêzên demokrasiyê yên Tirkiye, komên siyasî yên Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê di serî de ji gelek derdoran ku bangên agirbesta du alî û vegera muzakereyê tê kirin bi qîmet û watedar dibînin. Me berê jî diyar kiribû ku em ji muzakereyên çareseriya mayînde armanc dike û agirbesta du alî tahkîm dike re amade ne.

‘DIVÊ JI RÊBER APO RE ŞERTÊN KU DIKARE ROLA XWE YA SERMUZAKEREVANTIYÊ PÊK BÎNE BÊN AMADEKIRIN’

Weke ku raya giştî jî dizane Tevgera me, Rêber Apo sermuzakerevan îlan kiriye. Pêwîst e Rêber Apo di şertên azad de muzakereyan pêk bîne. Ji bo vê jî pêwîst e di destpêkê de bi Tevgera me re, bi giştî derdorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskaran re hevdîtinan pêk bîne. Ango, pêwîst e şertên ku karibe rola xwe ya sermuzakerevantiyê pêk bîne bên amadekirin. Li tevahî cîhanê pêwîstî bi heyetên bê alî ji bo qadên pirsgirêk çavdêrî bikin û helwestên her du aliyan jî bişopînin hene. Jixwe bangên ji Ewropayê jî tên li ser vî esasî ne. Ango dixwazin bibin navbeynkar.

‘EM JI AGIRBESTEKE DUALÎ YA TAHKÎMKIRÎ RE AMADE NE’

Me berê jî diyar kiribû ku ji Newroza 2013’an û vir ve di dema pêvajoyên hevdîtinan û diyalogê û pêvajoya dawî de, di serî de Hevşaredar, bi sedan heta bi hezaran kesên ku bi armancên siyasî hatine girtin bên berdan, girîng e. Ger em ê mînakên muzakereyan ên cîhanê û pêvajoyên çareseriyê pêk bînin û aştiyek mayinde derxin holê, pêwîst e ku mirov van mînakên li cîhanê di bin van şert û mercan de pêk bîne.

Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê tehkîmkirî re amade ne, em caeke din ji raya giştî re radigihînin ku em destekê didin têkoşîn û hewldanên gelên me, hêzên demokrasiyê û derdorên aştiyê yên ji bo çareseriya siyasî û aştiya mayînde.”