Li hember RojNews êrîşên sîber

Ajansa nûçeyan Rojnews ji çend navendan rastî êrîşa sîber tê. Di encama êrîşan de tevahiya rojê bi awayekî rêkûpêk di xwegihandina malperê de pirsgirêk derket.

Ajansa nûçeyan Rojnews ji çend navendan rastî êrîşa sîber hat. Di encama êrîşan de tevahiya rojê bi awayekî rêkûpêk di xwegihandina malperê de pirsgirêk derket.

Di serî de li Bakurê Kurdistanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku ji aliyê TÎB’ê ve tê astengkirin, êrîşên bi rojane li hember çapemeniya azad pêk tên vê carê berê dan ajansa nûçeyan RojNews.

Rayedarên ajansa RojNews diyar kirin ku êrîşên sîber demeke dirêj e didomin û gotin, “Di vê pêvajoya ku dewleta Tirk li hember gelê Kurd şîdetê pêş dixe zêdebûna êrîşên wiha ne tesadûf e.”

Ajansê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrîş ji gelek navendan pêk tê û wiha got: “Hinek hêzên ku dijminantiya gelê Kurd dikin dixwazin di şexsê ajansa me de çapemeniya azad bêdeng bikin. Armanc dikin ku texrîp bikin. Lê divê gelê me û raya giştî ya cîhanê bizane ku em gavê paşve navêjin. Di bin her şert û mercî de em ê dîsa rastiyan ronî bikin.”