Şewata li Şaxê piştî bomberdûmanê destpê kir mezin dibe
Artêşa Tirk li Şaxê, herêma daristanî bomberdûman dike. Leşker destûrê nadin gundiyan ku şewata li herêmê derketiye vemirîne. Hevşaredara Şaxê Kewê banga hişyariyê li raya giştî kir.
Artêşa Tirk li Şaxê, herêma daristanî bomberdûman dike. Leşker destûrê nadin gundiyan ku şewata li herêmê derketiye vemirîne. Hevşaredara Şaxê Kewê banga hişyariyê li raya giştî kir.
Helîkopterên êrîşê yên artêşa Tirk ên bi tîpa Kobra, herêma daristanî ya li derdora gundê Ferxinus ê navçeya Wan Şaxê, bomberdûman dikin. Şewata ji ber bomberdûmanê li herêmê derket, mezin dibe.
'LEŞKER NAHÊLIN, ŞEWAT KÊLÎ BI KÊLÎ MEZIN DIBE'
Hevşaredara Şaxê Evîn Kewê li ser mijarê agahî da ajansa me û diyar kir ku piştî gundiyan li ser şewata li herêmê agahî dan wan, wan jî wesayîtên ji bo vemirandina şewatê şandine herêmê, lê belê leşkeran bi hinceta "herêma ewlekariyê" nehiştine wesayît derbas bibin.
Kewê da zanîn ku bi sedan gundî hewl didin bi derfetên xwe agir vemirînin, lê belê şewat kêlî bi kêlî mezin dibe. Hevşaredara Şaxê Kewê banga hişyarî û nêzîkatiyeke berpirsyar li raya giştî kir.