Gotinên 'hêzên çekdar ên PDK'ê wê biçin Rojava' hatin derewandin
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava destnîşan kir ku îdîayên dibêjin, "Wê hêzên çekdar ên PDK'ê derbasî Rojava bibin" derew in.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava destnîşan kir ku îdîayên dibêjin, "Wê hêzên çekdar ên PDK'ê derbasî Rojava bibin" derew in.
Ji bo bersivdayîn hin aliyên çapemeniyê ku dibêjin "Wê hêzên çekdar ên PDK'ê derbasî Rojava bibin" Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên her sê Kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) daxuyaniyek da raya giştî.
Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hatin gotin: "Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Rojavayê Kurdistanê em her tim hewl didin ku têkiliyên xwe û karê hevbeş bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê re xurt bikin. Wekî koordînasyon em van îdîayên çapemeniyê red dikin, ti niyeteke wiha tine ye. Ev yek di plansaziya Rêveberiya Xweser de tine ye. Rêveberiya Xweser bi hemû hêzên xwe yên wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, hêzên Erka Xweparastinê herêmê Rojava û gelê wê diparêzin. Li Rojava tenê ev hêz, rewa û qanûnî ne.
Di heman demê de em ji hêzên Kurdistanî dixwazin ku em li ser bingeha rêzdariyê û nedestwerdanê têkiliyan deynin."