Dewleta Tirk şehîdgeha li Gimgimê bombe dike

Hat ragihandin ku hêzên dewleta Tirk "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" û derdora şehîdgehê ya li herêma Kulan a Gimgimê bombe dikin.

Li herêma Kulan a navçeya Mûş Gimgimê, girên li derdora "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî", ji saet 03:00 ê nîvê şevê û vir ve ji aliyê helîkopteran ve tên bombekirin.

Gundên li derdorê jî ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û destûra ketin û derketina ji gundan nayê dayîn.

Hat ragihandin ku ji navenda navçeyê jî du maşînên kar ên Kato û kepçeyek, berê xwe dane herêmê.

Li navenda navçeya Gimgimê şebekeyên telefonê hatin birîn. Agahî ji herêma tê bombekirin, nayê girtin.