'Her kes vê hovîtiyê ji bîr bike jî Xwedê efû nake'
Dayika pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Sosin Yaramiş diyar kir, ku ji ber tîmên tevgera taybet ên Erdogan nehiştin ambûlans bê, pitika wê jiyana xwe ji dest daye.
Dayika pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Sosin Yaramiş diyar kir, ku ji ber tîmên tevgera taybet ên Erdogan nehiştin ambûlans bê, pitika wê jiyana xwe ji dest daye.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê îdîa kir ku li Cizîrê sivîl nehatine qetilkirin, bersiva xwe ji dayika pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr ê jiyana xwe ji dest da, ji Sosin Yaramiş wergirt. Dayika dilşewat ji ANF'ê re peyivî û diyar kir, ku ji ber tîmên tevgera taybet ên Erdogan nehiştin ambûlans bê, pitika wê jiyana xwe ji dest daye. Dayikê got, "Rojekê her kes vê êşê ji bîr bike jî Xwedê wê efû neke. Ev hovîtî wê li rûpelên reş ên dîrokê were nivîsandin."
'TÎMÊN TEVGERA TAYBET NEHIŞTIN AMBÛLANS BÊ'
Yek ji 23 sivîlên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, pitikê 35 rojî Mûhammed bû. Mûhammed ê ku di roja îlankirina qedexeya derketina derve de nexweş ket, ji ber ku malbatê nikarîbû rake nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Em çûn mala malbatê ya li kolana Ozgur a Taxa Nûrê û dayik Sosin Yaramiş ew roj ji me re vegot. Dayika dilşewat anî ziman ku Mûhammed roja îlankirina qedexeya derketina derve nexweş ket û got, "Mûhammed roja Înê nxweş ket. Min ew bir Saziya Tipê ya Cizîrê ku li nêzî me bû. Doktoran derman dan me û em vegerandin malê. Me hingî nizanîbûn derketina derve hatiye qedexekirin. Piştî çend saetan rewşa Mûhammed girantir bû. Hevserê min û min, me bi şev gelek caran bang li ambûlansê kirin. Lê belê ambûlansê ancax xwe gihand kolana jêrî me. Tîmên tevgera taybet nehiştin ambûlans bikeve nava kolana Ozgur a em le dimînin. Me ji personelên tenduristiyê pirsîn, ku çima nayên, wan jî gotin, 'Polîs nahêlin, polîs nahêlin em xwe bigihînin we'. Pitikê min wê rojê li malê perîşan bû. Nekarîbû hîn bêhtir îdare bike, di hembêza min de jiyana xwe ji dest da."
'PITIKÊ MIN LI PÊŞ ÇAVÊN MIN HELIYA'
Sosin Yaramiş diyar kir ku Mûhammed zarokê wan ê heyştemîn û kurê bi tenê bû û got, "Li pêş çavên min heliya û çû. Rojên gelekî giran bûn. Yên ku dilê me şewitandine, bila dilê wan jî bişewite." Sosin Yaramiş berevajî îdîayên Erdogan, destnîşan kir ku yên jiyana xwe ji dest dane hemû sivîl in û anî ziman ku hemû jî şêniyên taxê ne. Yaramiş got, "Rojekê her kes vê êşê ji bîr bike jî, wê Xwedê efû neke. Ev hovîtî wê li rûpelên reş ên dîrokê bê nivîsandin." Yaramiş da xuyakirin ku yên bi şer zanibe, qîmeta aştiyê dizane û got, "Me her tim di aştiyê de israr kir û em ê israr bikin. Yên ku bi destê me yê aştiyê nagirin, wê di nava derewên xwe de bifetisin."
'WÊ NIKARIBIN SER VÊ KOMKUJIYA LI SIVÎLAN KIRIN BINIXUMÎNIN'
Xalê Mûhammed Tahîr Abdullan Antan got, "Li ti welatekî cîhanê nehatiye dîtin ku dewletekê bi vî rengî êrîşî gel kiriye" û wiha axivî: "Zarok, extiyar her kes qetil kirin. Qîma xwe bi birçîhiştina 9 rojan neanîn, bi şev û roj gule li malên me reşandin û bombe avêtin malên me." Antan ragihand ku ev yek operasyoneke tinekirinê ye û destnîşan kir ku desthilatdariya vî welatî, bi qasî ku pêşî li hatina ambûlansê ji bo pitikekî nexweş jî bigire, dîn û har bûye. Antan nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên "ti sivîl nemirine" yên Serokkomar Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok da û got, "Bila werin yek bi yek li lîsteyan binêrin, lêkolîn bikin. Yên jiyana xwe ji dest dan hemû mirovên ji vê navçeyê bûn, xizmên me, cîranên me bûn. Wê ti carî nikaribin ser vê rastiyê binixumînin. Çawa ku nikarîbûn hovîtiya di salên 90'î de li me kirin, binixumînin. Qetilkirina sivîlên li Cizîrê, çi zû çi jî dereng, wê rojekê ronî bibe."