Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê li Cizîrê lêkolîn kir

Endamên "Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê" ya ji nivîskar, akademîsyen û rojnamegeran pêk tê ji bo piştgiriya Cizîra ku bi rojan di bin terora dewletê man hat Cizîrê.

Endamên "Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê" ya ji nivîskar, akademîsyen û rojnamegeran pêk tê ji bo piştgiriya Cizîra ku bi rojan di bin terora dewletê man hat Cizîrê. Ji komê nivîskar Oya Baydar nirxandina "dişibe ciheke ku ji aliyê artêşa dijmin ve hatiye dagirkirin" kir.

Di nav de nivîskar Oya Baydar, Perîhan Magden û Ayşe Kulîn jî hene endamên "Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê" ji bo piştevaniya gelê Cizîrê ku 8 rojan di bin terora dewletê de man û 21 kes hatin qetilkirin ji Stenbolê hatin navçeyê. Jinên ku bi laçikên spî kirin stûyê xwe ve hatin ji aliyê parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Alî Atalan, Hatîce Sevîptekîn, Hevşeradara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Februniye Akyol Ata û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ji peywir hate dûrxistin ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê jinên hatin çûn mala şînê ya li taxa Cûdiyê ya ji bo 21 kesên ku hatin qetilkirin.

Heyeta jinan li vir bi malbatên kesên ku xizmên xwe winda kirine ve hatin cem hev û piştî serdanê jî li ber mala şînê metna ku amade kiribûn xwendin. Nivîskar Oya Baydar metna hatiye amadekirin xwend û wiha got: "Em wekî jinên li rojava dijî ji bo ku êşên Cizîrê parve bikin û bibêjin em hemû Cizîrê ne hatine."

BAYDAR: DIVÊ EM DENGÊ CIZÎRÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BIDIN BIHÎSTIN

Baydar bi gotina "Demeke kesek ji me nedizanî, nedidît û bawer nedikin zilma ku ji bo mirovên vî axê rewa dibînin lê êdî dizanin, her tişt li ber çavên me pêt kê. Êdî mafê tu kesî nine bibêje ez nizanim" axaftina xwe berdewam kir û destnîşan kir ku ji bo ev şer û ev zilm bi dawî bibe dengê xwe bînin ber hev û destên xwe bidin hev û ji bo li hemû Tirkiyeyê bidin bihistin hatine Cizîrê.

Baydar bangawaziya "Dûrî Şirnex, Farqîn, Licê nemînin, bêdeng nemînin. Werin, heke nikarin bûn li şûna xwe piştgiriyê bidin aştiyê. Pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye. Ji bo ku sibehê dereng nebe hema niha."

‘EZ LI BENDA HILWEŞANDINÊ BÛM. LÊ EWQAS JÎ NA!'

Piştî daxuyaniyê jinên endamên komê, parlementerên HDP'ê çûn taxa Nur a ku herî zêde êrîş lê pêk hatin. Jinên li kolanên vegeriyan xirabeyê geriyan ji wekîlên HDP'ê agahî girtin û bi welatiyên tax re axivîn. Di vê demê de ji nîştecihên tax jin hembêz kirin û got, "Em ligel her tişt aştiyê dixwazin" û girtiya û li ser vê yekê demên hestiyan hatin jiyîn. Nivîskar û Rojnameger Nurcan Baysal li hemberî tiştên ditîn matmayî ma û got, "Ez li benda hilweşînê bûm. Lê ewqas jî na."

ONANÇ: ÎRO EM HEMÛ CIZÎRÎ NE

Jinên li tax geriyan û hevdîtinên xwe temem kirin derbasî avahiya DBP'ê ya Cizîrê bûn û li ber avahiyê daxuyaniyekî kin dan. Nivîskar Oya Baydar çavdêriyên xwe wiha vegotin: "Cizîr weke cihekî ji aliyê artêşên dijmin ve hatî dagirkirin e. Min cihekî hatî dagirkirin, dorpêçkirin û hilweşandin dît. Ji bo ev dijminahî bi dawî bibe gelek tişt dikeve berê me."

Siyasetmedar Gulseren Onanç jî diyar kir ku ji bo êrîşên jinên Cizîrê parve bikin hatin û wiha got: "Îro em hemû cizîrî ne."

Heyet piştî axaftinan ji bo bê Mêrdînê ji bajar veqetiyan.

Jinên din ên di nava heyetê de cih digirin wisa ne: Ayşe Kulîn, Perihan Magden, Nesrîn Nas, Zeynep Oral, Nurcan Baysal, Yasemîn Bektaş, Ozlem Dalkiran, Ebru Baybora Demîr, Ayşe Erzan, Nevîn Îl, Hande Karakulluk, Ayşe Koroglu, Çîgdem Mater, Maya Arakon, Nîl Mutluer, Fîlîz Şahîn, Mebuse Tekay, Melek Ulagay, Melek Ufuk, Reyhan Yalçındag, Yaprak Yapsan, Meryem Yavuz.