Hevşaredara Artemêtanê Çetîn ji wezîfeyê hat girtin

Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin.

Hevşaredara navçeya Wan Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn a piştî îlana "xwerêveberiyê" ya 24'ê Tebaxê hat binçavkirin û girtin, ji wezîfeyê hat girtin.

Piştî ku Waliyê Wanê ji Midûriyet Giştî ya Îdareyên Herêmî ya Wezareta Karên Hundir xwest Hevşaredar Çetîn ji wezîfeyê bê girtin, midûriyetê ev daxwaz erê kir û ji Şaredariyê re ragihandin ku Çetîn ji wezîfeyê hatiye girtin.