Destana berxwedanê ya sedsala 21'an: Kobanê

Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di bihara 2014'an de destpê kirin. Piştî ku Newroz li ser Girê Miştenûrê hat pîrozkirin, di 22'ê Adarê de êrîşê destpêkê yên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin.

Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di bihara 2014'an de destpê kirin. Piştî ku Newroz li ser Girê Miştenûrê hat pîrozkirin, di 22'ê Adarê de êrîşê destpêkê yên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin. YPG/YPJ ên ku beriya wê li hemberî çeteyên El Nûsra şer kirin û çete têk birin, cara yekê nebû ku tên pêşberî DAIŞ'ê. Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kantona Cizîrê kirin û şervanên YPG/YPJ'ê de berê şer qewimî bû. Lê belê di navenda êrîşên çeteyên paramîlîter ên navneteweyî DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava de, her tim Kobanê hebû.

RASTHATIN NEBÛ

Hedefgirtina Kobanê rewşeke rasthatî nebû. Bajarên Rojava ku ji ber polîtîkaya kembera Ereb a rejîma Baasê ji hev hatin qutkirin, bûn sedem ku kantonên piştî Şoreşa Rojava hatin ragihandin, ji hev qut bin. Girê Spî (Til Ebyad) ê ku bi polîtîkaya kembera Ereb re kirin Ereb, bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re veguherî baregeheke çeteyan û têkiliya di navbera Kantonên Kobanê û Cizîrê qut dikir. Li aliyê din jî, bajarê Cerablûsê yê ji Ermeniyan hat paqijkirin û kirin Ereb, bi şerê navxweyî re ji aliyê çeteyan ve hat daigrkirin û têkiliya di navbera Kobanê û Efrînê de dibirî. Di nava vê rewşê de çeteyên DAIŞ'ê di çarçoveya stratejiyên hevpar ên bi dewleta Tirk re, berê êrîşên xwe da Kantona Kobanê ku li gorî herêmên din biçûktir e, ji aliyê leşkerî ve sîstema xwe baş nehatibû rûniştandin û xwedî girîngiyeke stratejîk bû.

DEWLETA TIRK BERÊ DAIŞ'Ê DA ROJAVA

Dagirkirina Kobanê ji bo dewleta Tirk dihat wateya dorpêçkirina kantonên Cizîr û Efrînê û fetisandina Şoreşa Rojava. Di heman demê de di ser hevalbendê xwe DAIŞ'ê re dibû xwedî deriyekî nû li Rojhilata Navîn û hecma xwe ya bazirganiya bi DAIŞ'ê re wê mezintir bikira. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku stratejiya xwe ya dema nêz li ser Sûriyeya Navîn dabû rûniştandin, bi hewldan û rênîşandana dewleta Tirk re stratejiya xwe ya dema nêz li ser Rojava da rûniştandin. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku felsefe û Şoreşa Rojava her tim ji xwe re weke dijmin dibîne, bi vê stratejiya ku dewleta Tirk danî pêşiya wê re, weke karê destpêkê êrîşî Rojava û kantona Kobanê kir. DAIŞ'ê ji bo bi hevalbendê xwe Tirkiyeyê re deriyekî nû veke, ji bo herêmên nû li dagirkeriya xwe zêde bike û bêhtir dor li Cizîr û Efrînê bigire, ev yek firsendek dihat dîtin. Û ya herî girîng jî hevkariya stratejîk a bi dewleta Tirkiyeyê re bû.

Tevî van hemû hesaban, ji ber ku cihê çirûska şoreşa Rojava lê pê ket û rejîma Baas car yekê ji vê derê ji xaka Rojavayê Kurdistanê hat avêtin, Kobanê ji bo her du hêzan bû hedefa sereke. Di vê çarçoveyê de êrîşa destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê di 22'ê Adarê de li başûrê Kobanê rû da. Çeteyên DAIŞ'ê beriya vê êrîşê, bajarên Girê Spî, Cerablûs, Minbic û Sirîn ên li derdora Kobanê, yek bi yek ji artêşa azad û çeteyên El Nûsra stend. Çeteyên xwe nêzî sînorên Kobanê kirin, li xeta Şêxler a li aliyê rojava li qiraxa Çemê Firatê bi cih bûn. Kobanê êdî bi temamî hatibû dorpêçkirin. Êrîşa destpêkê ji Sirînê destpê kir. Di şerê li derdora depoyên genimê yên Sirînê destpê kirin de çeteyên DAIŞ'ê li berxwedaneke mezin a YPG/YPJ'ê rast hatin û li Sûriyeyê cara yekemîn derbek leşkerî xwarin. Beriya wê, li hemû bajar û herêmên berê xwe didanê, bêyî li berxwedanekê rast bên hemû hêz dieciqand û bi dest dixistin. Çeteyan dîtin ku ev der ne 'pariyekî biçûk e' û di êrîşên destpêkê yên li hemberî Kobanê de, li pêşberî komeke biçûk a YPG/YPJ'ê têk çûn.

YEKEMCAR XWE VEKIŞANDIN!

Çeteyên ku li Sirînê derba destpêkê xwarin, di êvara heman rojê de li aliyê rojhilat êrîşî gundê Kendalê kirin. Gundê Kendalê jî ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên bajar û herêmên mezin bi dest xistin û ti carî xwe venekişandin, weke cihekî ku çeteyan yekemcar jê reviyan, cihê xwe di dîrokê de girt. Komên YPG/YPJ'ê yên di bin fermandariya fermandar Hebûn û Siyabend de li gundê Kendalê tevgeriyan, di êvara 22'ê Adarê de rûpelên destpêkê yên vê destanê nivîsandin. Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî hêzeke ji sedan çeteyan, bi hêz û çekên kêm berxwedaneke mezin nîşan dan û derbên giran li çeteyan xistin. Çeteyên xwe gihandin nava nîvê gund, di şerê li vir de zêdeyî 40 windahî dan û ji gund reviyan. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di êrîşa destPêkê ya li hemberî Kobanê de tehma têkçûnê kirin, fêm kirin ku pêşveçûna wan a li hemberî vîn û biryardariya hêza li hemberî wan li ber xwe dide, wê ewçend hêsan nebe.

Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di mehên Nîsan û Gulanê de êrîşên xwe dewam kirin, hêza ji 40 kesî ya profesyonel a YPG/YPJ'ê û gelê li Kobanê ya bi çekên ferdî û bombeyên bi destan çêkirî, hêza berxwedana ku wê were nîşandan, diyar dikirin.

DEMA ZEHMET

Li Kobanê êdî demeke zehmet destpê dikir. Kantona Kobanê ya ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin, av û elektrîka wê ji aliyê çeteyan ve hatibûn birîn, di mijarên xwarin û pêwîstiyên bingehîn de kêmasiyan xwe dabûn der. Yekane aliyê vekirî Bakurê Kurdistanê bû, lê li vir jî dewleta Tirk nedihişt alîkarî were dayîn. Mîna ku li ser naavê DAIŞ'ê, ji Bakur ve dewleta Tirk dor li Kobanê girtibû. Kobanê bi hêza xwe, bi derfetên xwe jiyan didomand. Ava pêwîstî pê didît ji bîran derdixist. Elektrîk jî bi saya jeneratorên hevpar bi mazotê peyda dikir. Bi çek û bombeyên bi xwe çêkiribû, xwe diparast. Ciwan li nava refên YPG/YPJ'ê xwe perwerde dikrin û şerê xweparastinê mezin dikirin. Di bihara 2014'an de li Kobanê rewş bi vî rengî bû. Çeteyên DAIŞ'ê jî ku fêm kirin bi şêweyên heyî yên êrîşê û hêza çekan nikare encamê werbigire, dest bi amadekariya pêla mezin a êrîşan a li dijî Kobanê kirin.

NIVÎSANDINA RÛPELA HEZÎRANÊ DESTPÊ DIKIR

Bi meha Hezîranê re êdî li Kobanê şerekî mezin diqewimî. Di êrîşên li sê eniyan destpê kirin de, hejmar û teknîka her du hêzan ji hev gelekî cuda û newekhev bû. YPG/YPJ kêmî pênc sed şervanan ku piraniya wan şervanên nû bûn, bi çek û bombeyên bi destan hatin çêkirin û keleşên kevin, li ber xwe dida. Nivîsandina rûpela Hezîranê ya destana sedsala 21'an, berxwedana Kobanê êdî destpê kiribû.

Sibe: Êrîşa destpêkê ya mezin û berxwedana Hezîranê

...