Vedat Balik li Wanê ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê ciwanê bi navê Vedat Balik (18) ê li Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat oxirkirin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Vedat Balik (18) ê li Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat oxirkirin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Vedat Balik (18) ê li Taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêtanê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi dirûşma, "Şehîd namirin" ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê hat wergirtin. Cenazeyê Balik bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk dihat anîn ber malê û bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Balik bi tevlîbûna deh hezaran kesan ber bi Şehîdgeha Yenîmahaleyê ve derxistin rê. Parlementerên HDP'ê, hevşaredar, rêveberên DBP û HDP tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Balik, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmên, "Şehîd namirin", "Qatil Erdogan" û "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin.

Di meşê de li gel dirûşman, strana hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn "Ey şehîd" hat gundarkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Balik hat definkirin. Piştî rêzgirtin û sirûda "Ey Reqîp" Serokê Şaxa MEYADER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan diyar kir ku Balik li ber deriyê malê hat qetilkirin û wiha got: "Bila xwînmij bi aqil bin. Ew ê di vê xwînê de bixeniqin."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Munîr Aras jî diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî komkujiyan bibe yek û ji bo aştiyeke mayînde divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Bavê Balik Maruf Balik jî bi rondikên çavan got, "Serê gelê Kurd sax be. Lenet li kesên kurê min qetil kirin be. Serê Rêberê Apo sax be."

Piştre girse derbasî cihê sersaxiyê yê li Taxa Şehîd Firat bû.

Di dema merasîma cenaze de helîkoptera polîsan bi ser girseyê re geriya.