Bi hezaran kes li Deriyê Çiyê kom dibin
Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo pêkanînên rêveberiya awarte ya li Sûrê hatiye îlankirin protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana gel li Qada Derê Çiyê dest bi kombûnê kirin.

Bi hezaran welatî li ser banga DBP, HDP'ê û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo pêkanînên rêveberiya awarte ya li navçeya Sûrê ya Amedê didome protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana gel li Qada Derê Çiyê (Qada Şêx Seîd) dest bi kombûnê kirin. Nûnerên saziyan, hevşaredar jî di nav de bi hezaran kes hewl didin biçin navçeyê. Welatiyên hewl didin barîkatên polîsan derbas bikin dem dem bi navbera wan û polîsan de rageşî pêk tên.
Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen barîkat derbas kirin û bi rayedarên polîsan re hevdîtinê dikin.
Herikîna welatiyan a ber bi qadê ve berdewam dike û piştî meşa duh polîsan barîkat zêde kirin.