Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Aslan li Parîsê hat bîranîn
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) li Parîsê hat bîranîn.
ANF
PARÎS
duşem, 14 rezberê 2015, 12:58
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û gerîlayên HPG/YJA Star ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Salona Dawetê ya Epone pêk hat û tevî Kurdistaniyên li Parîsê Kurdên li Marsîlyayê jî beşdar bûn.
'BILA HER KES SERÎ RAKE'
Dê û bavê Onder Aslan li merasîmê peyivîn û diyar kirin, ku ji ber kurê wan di têkoşîna rûmetê de canê xwe feda kiriye, ew serbilind in. Dê û bav gotin, "Bila ti kes şehîdên me ji bîr neke, bila her kes hişyar be û serî rake." Malbata Onder banga aştiyê kir û ji gelê ku wan bi tenê nehiştiyê re spasiyên xwe pêşkêş kir.
Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Gel a Les Mareaûx, hevalên Aslan, rojnamevan-nivîskar Fûat Kav, nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan û Civaka Îslamî ya Kurdistanê axivîn. Beşdarên merasîmê bîranînên bi Aslan re vegotin û li sînevîzyona li ser têkoşîna Aslan temaşe kirin.
JI MLKP'Ê PEYAM
MLKP'ê jî peyamek ji bîranînê re şand û got, "Em, êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em Şervan Varto yê ji aliyê artêşa faşîst a Tirk ve hat şehîdkirin, bi rêzdarî bibîr tînin. Ji Kurdistanê re azadî!, Bijî piştevanî."