Cenazeyê şervanê YPG'ê Dawûd hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Alan Dawûd li gundê Dawûdiyê hat veşartin. Bav Dawûd di axaftina xwe ya li merasîmê de banga parastina rojava kir.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Alan Dawûd (Rustem Cûdî) yê di qezayekê de jiyaan xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.

Di merasîma cenaze de nûnerên saziyên li bajêr, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, PYD û TEV-DEM'ê amade bûn.

Li ser navê TEV-DEM'ê Husamettîn Şêx Mehmûd peyivî û got, "Bi saya şehîdan Kurd cara yekemîn e di tevahiya herikîna dîrokê de sîstema xwe ava dikin. Ya ku dibe para me, parastina vê yekê ye û xurtkirina vê pêvajoya avakirinê ye."

Bav Dawûd jî got, "Kurê min şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Kurê min beriya tevlî refên YPG'ê bibe çû Ewropayê. Hema hema li hemû welatên Ewropayê geriya. Piştî demekê vegeriya. Ji bo sedema vegera xwe wî ji min re got, 'Ji Ewropayê mirov ji bo parastina Rojava tên. Lê ez çûbûm Ewropayê. Rûmeta min ev qebûl nekir'. Bi vî rengî ji Elmanyayê vegeriyabû." Bav Dawûd da xuyakirin ku divê ti kes xaka xwe neterikîne û her kes Rojava biparêze.

Di merasîmê de piştî ku nasnameya du gerîlayên HPG'êy ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin, merasîm bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...