Balikçi: Di salên 90'î de li Cizîrê rewşeke awarte ya bi vî rengî tinebû
Şahidê serhildana Cizîrê ya 21'ê Adara 1992'an rojnamevan Farûk Balikçi, aliyên dişibin hev û yên ji hev cuda yên êrîş û serhildana niha û beriya 23 salan, vegot.
Şahidê serhildana Cizîrê ya 21'ê Adara 1992'an rojnamevan Farûk Balikçi, aliyên dişibin hev û yên ji hev cuda yên êrîş û serhildana niha û beriya 23 salan, vegot.
Şahidê serhildana Cizîrê ya 21'ê Adara 1992'an rojnamevan Farûk Balikçi, aliyên dişibin hev û yên ji hev cuda yên êrîş û serhildana niha û beriya 23 salan, ji ANF'ê re vegot.
Weke rojnamevanekî we serhildana gel a beriya 23 salan li Cizîrê şopandin. Berxwedan û komkujiya beriya 23 salan û ya îro, dişibin hev?
Di salên 1990'î de, tevî zext û şîdeta dewletê jî li Cizîrê Newroz bi heybetî dihat pîrozkirin. Wê demê, di nava bajarên herêmê de Cizîr xwedî cihekî cuda bû. Pîrozbahiyên hîn berfirehtir dihatin lidarxistin. Piştî her komkujiyê, tevî ku mirovan jiyana xwe ji dest didan jî li Cizîrê Newroz bi heybetî dihat pîrozkirin. Di dema serhildana Newroza 1992'an de teknolojî bi pêş neketibû. Zilma dewletê li wir dima. Ji aliyê girseyên gel ve nedihat bihîstin. Lê ji ber ku di roja îro de teknolojiyek cudatir bi pê ketiye, berxwedana Cizîrê ji aliyê girseyên gel ve tê dîtin û bihîstin. Yanî di roja îro de tiştek nikare were veşartin. Lê belê, tevî ku zext û komkujî nayê veşartin jî, dewlet ji salên 1990'î bêhtir şîdetê bi kar tîne. Cudahiya ji salên 1990'î ev e. Em niha bi sîstemeke bêhtir zordar re rû bi rû ne. Di salên 1990'î de ti bajar 8 rojan nedihat dorpêçkirin, qedexeya derketina derve nedihat îlankirin. Lê belê di salên 2015'an de bajarek tê dorpêçkirin, nayê zanîn li wî bajarî çi diqewime û bi tenê nûçeyên mirinan tê bihîstin. Ji ber vê yekê dema mirov salên 90'î û rojên îro binirxînin, dikarin bêjin ku em bi sîstemeke hîn zordar re rû bi rû ne.
Wê demê, çima rojnamevan komkujiya piştî serhildana Cizîrê veşartin?
Di demeke ku kuştinên kiryar ne diyar diqewimîn de, dewletê nedixwest ti kes ji vê re şahidiyê bike. Wêneyek belgeya pêşerojê ye. Lewma eger dewlet naxwaze rojnamevanek bikeve navçeyekê, wê çaxê li wê navçeyê karên tarî tên kirin. Wê demê pêkanîneke zordar a dewletê li wir heye. Di demên bihurî de jî rewş bi vî rengî bû. Dixwest kesek ji pêkanînên wê re şahidiyê bike. Rojnameyan zêde cih nedidan cînayetên wê çaxê li herêmê dihatin kirin. Lê belê me wêneyên xwe yan jî nûçeyên dişopand, bi saziyên demokratîk re, bi saziyên dikarin biweşînin re parve dikirin.
Bawerim di wê demê de hevalekî we yê rojnamevan ê ji bo şopandina nûçeyê hat Cizîrê hat kuştin..
Belê, di Serhildana Cizîrê de hevalekî me yê rojnamevan ê ala spî hilda bû, bi fîşekek bi tenê a li serê wî ket, li pêş çavên min jiyana xwe ji dest da. Der heqê wê bûyerê de heta roja îro ti lêpirsîn nehatiye vekirin. Rojnamevan dis alên 90'î de li zor û zehmetiyên bi vî rengî rast dihatin. Bi taybetî rojnamevanên mûxalîf di wan salan de, li zexteke fîzîkî rast dihatin. Ya rojnamevan dihat kuştin, ya avahiyên rojnameyan dihatin bombekirin yan jî nûçeyên dihatin kirin di sansurê re dihatin derbaskirin. Weke rûpelên reş çap dibûn. Di wê demê ev rewş bi vî rengî bû.
We li ser Serhildana Cizîrê ya salên 90'î pirtûkek nivîsandin, hûn difikin ji bo Cizîrê niha jî karekî bi vî rengî bikin?
Cizîr bajarekî gelekî êş kiaşndiye. Bajarê ku di salên 1990'î de Newroza herî bi heybet pîroz kir Cizîr bû. Yek ji bajarê ku kuştinên kiryar ne diyar lê gelekî zêde rû dan bû. Piştî 23 salan dixwazim pirtûka xwe ya bi navê "Her du aliyên mirinê" yên li ser Serhildana Cizîrê û zextên wê demê, bi berxwedan û komkujiya îro re berfirehtir bikim. Bêguman di ser re demeke dirêj derbas bû, lê belê dixwazim ji salên 90'î destpê bikim û pêvajoya heta roja îro di pirtûkekê de vebêjim.