Polîs li Koşûyolû êrîşî gel kir

Gel ku ji bo Sûr û Farqînê ser piyan e, çalakiyên xwe li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê zêde kir.

Gel ku ji bo Sûr û Farqînê ser piyan e, çalakiyên xwe li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê zêde kir.

Gel ku ji bo Sûr û Farqînê ser piyan e, çalakiyên xwe li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê zêde kir. Polîs bi gelek wesayîtên zirxî hat derdora parkê, bombeyên gazê û guleyên rastî bi kar anî. Li hemberî vê êrîşê gel xwe bi bombeyên deng parast.

Polîsan êrîş birin ser girseya ku ji cadeyên Fatîh, Emek, Goçmenler, Sakarya, Sento, Gîrne daketin qadan. Polîs tevî bombeyên gazê, guleyên rastî jî bi kar tîne û nahêle kes bikevin kolanan û cadeyên çalakî lê hene. Êrîşên li Baglarê bi awayekî zêde didomin.

Her wiha, li Taxa Hûzûevler ya navçeya Kayapinarê jî çalakiya dengderxistinê didome. Gelek kes jî daketin kolanan û bombeyên deng û fîşekên hewayî avêtin. Polîs jî li nav kolanan sîren vekirine û dixwazin bi vî rêbazî mirovan bitirsînin. Li hember sîrenên polîsan, çalakiya dengderxistinê bi deqeyan berdewam kir. 

Li ser Amedê tevgera helîkopteran jî didome.