'Gelê me wê hem xwe bi rê ve bibe, hem jî biparêze'
Gerîlayan gotin, "Xweparastin, li dijî rejîmên mêtînger û dagirker xweparastina civakê ya li her qadê ye" û xwerêveberiyên gel silav kirin.
Gerîlayan gotin, "Xweparastin, li dijî rejîmên mêtînger û dagirker xweparastina civakê ya li her qadê ye" û xwerêveberiyên gel silav kirin.
Gerîlayan gotin, "Xweparastin, li dijî rejîmên mêtînger û dagirker xweparastina civakê ya li her qadê ye" û xwerêveberiyên gel silav kirin.
Li dû ragihandina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, xweparastina gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk û AKP'ê, berfireh dibe. Gerîlayên ku xwerêveberiya gel silav kirin anîn ziman ku xweparastin, li dijî dîktatoriyên mêtînger û faşîst xweparastina fîzîkî, li dijî qirkirina çandî jî xweparastina çand, ziman, dîrok û paşeroja xwe ye.
Gerîlayê HPG'ê Bahoz Arjîn da xuyakirin ku xweparastin parçeyekî jêveneger ê jiyanê ye û destnîşan kir ku ji destpêka hebûna civakan û vir ve formên parastina hev, hene.
'GIRÎNG E HIŞMENDIYA XWEPARASTINÊ WERE AFIRANDIN'
Arjîn anî ziman ku gelê Kurd di nava jiyaneke hebûna xwe temsîl dike de dijî û got, "Dixwazin Kurdan ji rastiya xwe ya dîrokî qut bikin. Li dijî qada jiyanê ya Kurdan êrîşek heye. Di vir de hişmendiya xweparastinê dikeve dewrê. Girîng e aliyên zanistî yên xweparastinê, ku xebatên çekdarî, çandî, rêveberî û dîrokî di nava xwe de vedihewîne, hebin. Ya îro li Rojava heye jî, pêkanîna xweparastinê ye. Hem şer tê meşandin hem jî artêşbûyîn tê berfirehkirin. Li gelemperiya welêt jî debara jiyanê tê kirin. Meclîs, komun tên avakirin. Polîtîkayên aborî û siyasî tên destnîşankirin. Polîtîka hundir û derve, di çarçoveya îdeolojiya xwe de tifaq tên diyarkirin. Yanî cewhera xwe temsîl dike."
Gerîla Sîdar Erûh diyar kir ku AKP her tim di çarçoveya xwe de li bûyeran dinêre, li hemberî Kurdan jî polîtîkayên mijûlkirinê dimeşîne û hewl dide her bûyereke ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Erûh anî ziman ku AKP a di pêvajoya agirbesta yekalî de dît hîn bêhtir nikare pêvajoyê bi vî rengî bimeşîne û dît ku dengê Kurdan winda dike, ji rê derket, xwe winda kir û destnîşan kir ku AKP a dîktator û faşîst berê xwe daye çekê.
'DIVÊ GEL BI AWAYEKÎ TOPYEKÛN LI BER XWE BIDE'
Eûh da zanîn ku ragihandina modela xwerêveberiyê mafê herî demokratîk e û goti "Gel xwedî li nirxên xwe, li hebûna xwe derdikeve û sîstema xwe ava dike. Ev yek mafê herî rewa û xwezayî yê gel e. Lê belê bi çek, tank û topan bersiv li vî mafê demokratîk tê dayîn. Ya ku AKP û dewleta Tirk dike qirkirin e. Tevî vê qirkirinê jî gelê me sekneke fedekar a mezin nîşan dide. Di serî de Gever, Cizîr, Farqîn û Sûrîçî, ev sekin li gelek bajarên Kurdistanê hat nîşandan. Divê gelê me vê biryardariya xwe biomîne. Girîng e gelê me bi awayekî topyekûn li ber xwe bide."
'KURD NE KURDÊN BERÊ NE'
Erûh da zanîn ku AKP'ê ji ber ku encamên hilbijartinê qebûl nekir, dest bi qirkirina gel kir û destnîşan kir, ku divê AKP êdî fêm bike Kurd ne Kurdên berê ne. Erûh got, "Bila AKP êdî vê têxe serê xwe. Kurd ne Kurdên berê ne. AKP ji Kurdistanê hat birin. Heta niha her tim partiyên xwedî zîhniyeta dewletê û desthilatdariyê, gel bi rê ve birin. Gel dixwaze êdî xwe bi xwe bi rê ve bibe. Kurd mafên xwe yên herî demokratîk bi kar tînin. Binêrin bi tevgera PKK'ê re hebûna gelê Kurd bêhtir hat dîtin. Rewabûna têkoşîna wê bi hebûna gelê Kurd re bêhtir şênber bû."
'XWEPARASTIN, ÇALAKIYA BÛYÎNA JINA AZAD E'
Gerîlaya YJA STAR'ê Axîn Mûş ragihand ku xweparastin bi pêşengiya jinê tê kirin û anî ziman ku jina bênasname, bêvîn hatiye hiştin xwedî reflekseke hîn xurt a xweparastinê ye.
Mûş diyar kir ku xweparastin ji bo jinê sekneke jiyanê ya divê li her qada jiyanê bi cih bîne û bi ser bixîne ye û got, "Di rewşa heyî de xweparastin ji bo gelan navê israra di mirovbûyînê de, ji bo jinan jî çalakî û zimanê israra di bûyîna jina azad de ye Di hemû serdeman de ya li hemberî jinê hatiye ferzkirin, bêjiyantî ye. Jina ku di tarîtiya serdeman de hat mehkûmkirin, bêparastin hat hiştin. Ji aliyê yên ku digot 'wê min biparêzin' ve timî hat kirî, firotin, vîn, hest û nêrînên wê jê hat girtin. Destûr nehat dayîn ku mîna xwe bimîne û bijî. Ji aliyê ruh, beden û mejî ve her tim di asta herî bilind de rastî mêtîngeriyê hat. Ev statuya ku di hemû sîstemên dewletparêziya desthilatdar de li hemberî jinê hat ferzkirin, di roja îro de neçare ji holê were rakirin. Têkoşîna xweparastina jinê, navê sekinandina vê rêveçûnê ye."
'XWEPARASTIN HEQÎQET E'
Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Baran Farqîn jî xweparastin bi vî rengî pênase kir: "Xweparastin xwedîderketina li nirxên civakê ye. Cih û mîsyona xweparastinê di nava rastiya Kurdan de mijareke bingehîn e. Rastiya Kurd di tevahiya herikîna dîrokê de rastiyeke bi zor, şîdet, zext, mêtîngerî û asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Li ser vê bingehê ya ku rastiya Kurd xwe bi xurtî lê bigire, xweparastin e. Xweparastin ji bo her zindiyê li gerdûnê rewşeke jêneveger e. Xweparastin heqîqet e."
Farqîn da xuyakirin ku di navbera xweparastina salên 90'î û roja îro de cudahî hene û destnîşan kir ku nirxên ji wê demê heta niha bi dest hatine xistin, mezintir bûne. Farqîn bal kişand ser serketinên li Rojava û Bakurê Kudistanê û rewabûna tevgera azadiyê li gelemperiya cîhanê û da zanîn ku jiyana gelê Kurd û gelên din êdî mîna berê nabin, gel hemû êdî zane bûne.
'PÊWÎSTE HER KES TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBE'
Farqîn ragihand ku ev êrîş û şer li hemberî hemû Kurdan e û ev nirxandin kir: "Ji ber vê yekê, pêwîstî pê heye ku Kurd hemû jiyana xwe, li gorî vê konsepta êrîşê ya topyekûn, birêxistin bike. Berxwedana li dijî şer, êdî ji bo hemû Kurdan bûye rêbazeke jiyanê. Ji ber vê yekê li ti devera Kurdistanê jiyan bi awayekî normal nameşe. Her tişt bi awayekî awarte dimeşe. Li hemberî rewşa awarte ya ku dewleta Tirk a mêtînger di bin navên cuda de ragihandiye, gelê Kurd ji bo jiyana xwe bidomîne, pêwîste xwe li gorî van mercan bi rêk û pêk bike. Lewma divê bi taybetî jin û ciwan beşdarî berxwedana li Kurdistanê bibin û em bang li wan dikin ku jiyana xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bikin."
'XWERÊVEBERÎ DAXWAZEKE GEL E'
Gerîlayê Mîraz Agirî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya heyî û ev xal destnîşan kir: "bi taybetî piştî dîlgirtina Rêbertiya me, hêzên serdest careke din xwestin Kurdan ji ser rûpelên dîrokê bibin, wan tine bikin. Lê belê bi pêşdîtin û hewldanên xurt ên Rêberê me re, rêya çareseriya demokratîk a li Îmraliyê ji aliyê serdestan ve nehat pejirandin û ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe nedîtin serî li xefikên qirêj dan. Ya li Bakurê Kurdistanê tê dîtin, ev e. Gel xwerêveberiyên xwe ragihandiye. Avakirina xwerêveberiyê serhildaneke, daxwazeke gel e. Yanî ji ber ku sîstema heyî, hêzên serdest ên heyî nikarin gel bi rêve bibin, nikarin bersivê bidin pêwîstiyên gel, gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Xweparastin û xwerêvebirin di heman demê de parastinê jî bi xwe re tîne. Yanî di vir de xweparastin dikeve dewrê."
'LI DIJÎ HER GIRTIN Û KOMKUJIYÊ SERHILDAN'
Agirî anî ziman ku xweparastin ji kesayetekî heta civakê, ji civakê heta welatekî, rastiyeke civakî nîşan dide û bibîr xist ku bi mehan e polîtîkayên komkujî, girtin û çavtirsandinê li hemberî gel tên meşandin. Agirî got, "Mîsyoneke din a xweparstinê jî li dijî van hemû girtinan, tevî parastinê pêkanîna çalakiyên bersivdayînê ye. Yanî li hemberî her komkujî, her girtinê, divê gel rabe ser piyan. Girîng e destûrê nede ku rêveberên gel werin girtin. Li dijî vê yekê pêwîste vîneke kolektîf bê nîşandan. Aliyekî din ê xwerêveberiyê jî, bêfonksiyonhiştina saziyên dewletê ye. Divê têkiliya gel bi hemû saziyên dewletê yên dadgerî û rêveberiyê re bê birîn. Divê serî li dadgerî û hêza polîs a dewletê neyê dayîn. Girîng e gilî û gazinên xwe li rêveberiyên herêmî bikin. Pêwîste têkiliya xwe bi rêveberiya heyî re bibire û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li her devera xwerêveberiyê divê ti têkilî bi dewletê re nemîne."