Li Nisêbînê xweparastin

Welatiyên li Taxa Firatê ya Nisêbînê xendek kolandin rastî êrîşa polîsan hatin û bersiv dan polîsan. Li Qoserê jî gel çalakiya dengderxistinê pêk anî.

Welatiyên li Taxa Firatê ya Nisêbînê xendek kolandin rastî êrîşa polîsan hatin û bersiv dan polîsan. Li Qoserê jî gel çalakiya dengderxistinê pêk anîn.  

Li Taxa Firatê ya Nisêbînê polîsan xwestin xendekan hilweşînin û barîkatan xera bikin. Gel li hemberî vê êrîşa polîsan daketin kolanan û bersiv dan polîsan. Li hemberî bersiv û bertekên welatiyan, polîs vekişiyan û berxwedana gel bi ser ket. Berxwedana gelê Nisêbînê ya li hemberî êrîşa polîsan didome.

Li navçeya Qoserê jî bi heman armancê gel bi boneya êrîşên li ser Cizîr, Silopiya û Farqînê şermezar bike çalakiya dengderxistinê pêk anîn.

Welatiyên li taxên Berçem, Koçhîsar sêrêyana Qoser Mêrdînê civîyan meş pêk anîn. Piştî meşê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî komê kirin. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv dan polîsan û pevçûn derket. Dengê çekan li kolanan bilind dibe.