Li Hesekê teqînên dijwar: Mirî û birîndar hene-HAT NÛKIRIN

Li xaçerêyên Xişman û Neşa Xerbî yên Hesekê, du teqînên cuda rû dan. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber bûyeran mirî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANHA'yê ve hatin ragihandin, li xaçerêya Xişman a li bakurê Hesekê, saet di 13:30 de teqîneke dijwar rû da. Hat gotin ku teqîn ji ber êrîşeke xwekujî ya bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye û mirî û birîndar hene.

Ji ber dijwariya teqînê, li avahiyên derdorê xisareke mezin rû da. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Saet di 13:50 de jî li Neşwa Xerbî teqîneke din rû da. Teqîna duyemîn li nêzî navenda çeteyên alîgirê rejîmê (Muqane'în) ên weke maskeyiyan tên binavkirin, rû da. Der barê encamên teqîna duyemîn de hînê agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.