Ji bo Lokman Sûna yê li Nisêbînê hat qetilkirin merasîma bîranînê
Lokman Sûna yê di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lûdwîgshfenê hat bîranîn. Malbata Sûna ya di merasîmê de axivî, banga bilindkirina têkoşînê kir.
Lokman Sûna yê di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lûdwîgshfenê hat bîranîn. Malbata Sûna ya di merasîmê de axivî, banga bilindkirina têkoşînê kir.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê, Lokman Sûna yê di berxwedana li Nisêbînê de ji aliyê polîsên AKP'ê ve hat qetilkirin, hat bîranîn.
'DEM DEMA BERXWEDANÊ YE'
Li ser navê malbata Sûna Abdulkadîr Sûna, serxweşiyên li Navenda Civaka Demokratîk qebûl kir. Sûna di axaftina li vê derê de got, "Ev ne şehîdê me yê destpêkê ye, ne jî yê dawiyê. Gelê Kurd heta bigihêje azadiya xwe wê têbikoşe. Dem dema berxwedanê ye. Divê her kes xwedî li şehîdên xwe derkeve. Pêwîste em bi xurtî tevlî têkoşînê bibin."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Lokman Sûna ê bavê 2 zarokan, li gundê Bafê yê navçeya Şirnex Hezexê ji dayik bûbû.