Li Wanê polîtîkaya valakirina gundan dîsa tê meşandin

Gundên Wanê piştî 21 salan careke din bi xeteriya valakirinê re rû bi rû ne. Gel bi berxwedanê xwedî li gundê xwe derdikeve. Serokê Goç-Derê Hîndûr got, "Gundiyên me wê gundên xwe neterikînin."

Gundên Wanê piştî 21 salan careke din bi xeteriya valakirinê re rû bi rû ne. Gel bi berxwedanê xwedî li gundê xwe derdikeve. Serokê Goç-Derê Hîndûr got, "Amadekariya operasyoneke berfireh û bi xwîn tê kirin. Gundiyên me wê gundên xwe neterikînin. Çawa ku Tirkiye di salên 1990'î de li DMME mehkûm bû, wê îro jî mehkûm bibe."

Gundên Danisa, Tepelî û  Kelereş ên li quntarê Çiyayê Tendurekê ne û di nava sînorên navçeya Wan Ebexê de ne, piştî ku di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatin valakirin, niha careke din bi xeteriya valalkirinê re rû bi rûne. Leşker zextê li gundiyan dikin ji bo gund vala bikin."

Gundên Danisa, Tepelî û Kelereş ev demeke bi zexta leşkeran re rû bi rû ne. Li van gundên ku Walîtiya Wanê di nava hefteyê de weke "herêma qedexe" îlan kir, leşker ji bo valakirina gundan ketin nava tevgerê. Gundî bi gotina "Em ê li ber xwe bidin û em ê gundê xwe neterikînin" li dijî vê polîtîkayê derdikevin.

LEŞKER: WÊ OPERASYON WERE KIRIN

Gundiyên Danisa, Tepelî û Kelereş, piştî ku di sala 1994'an de gundên wan hatin valakirin neçar man koç bikin, di salên 2000'î de bi qanûna vegerê re li gundên xwe vegeriyan. Gundiyên debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin, ev meheke dor li wan hatiye girtin. Leşkeran di nava hefteya bihurî de bang li keyayan kirin û ji wan xwestin, ku gundî gundan vala bikin. Leşkeran gotin, "Gundan vala bikin, wê li van cihan operasyon werin kirin". Li ser vê yekê keyayên gundan çûn Qeymeqamiya Ebexê û mexdûriyeta xwe vegotin. Qeymeqam jî ji gundiyan re got, "Ez ji we re ne dibêjim biçin, ne jî bimînin. Lê belê eger leşker dibêjin 'vala bikin' wê çaxê tiştekî ew pê dizanin heye'. Li ser vê yekê hin ji gundiyan derî û paceyên malên xwe girtin û dest bi koçberiyê kirin.

'EV DER XAKA ME YE, EM Ê BI KU VE BIÇIN?'

Nezîr Dînçer ê 55 salî yê li gundê Tepelî dijî bi biryar e ku gundê xwe neterikîne. Dînçer got, "20 malan gund terikandin, lê em 3 malbat bi biryar in ku li vir bimînin. Ev der xaka me ye, em ê bi ku ve biçin? Li bajarên rojava her roj lîncê li Kurdan dikin. Êdî li wan deran jî derfetên me yên jiyanê nîne. Min di sala 1994'an de gund terikand, lê belê niha eger ez bi tenê jî bimînim, ez ê gundê xwe neterikînim."

WÊ GUNDAN NETERIKÎNIN

Şêniyên gundê Danisa gund neterikandine. Ji gundiyan Halîs Dîzman got, "Leşkeran bang li keyayan kirine û xwestine gund vala bikin. Bi valakirin gund re em ê bi ku ve biçin? Di destpêkê de divê ji me re qadeke jiyanê ava bikin. Valakirina gundan ne çare ye, berevajî hîn bêhtir dibe sedema pirsgirêkan. Di sala 1994'an de em bi zorê hatin koçberkirin. Îro jî heman tiştî tînin serê me. Çi dibe bila bibe, em ê vê carê gundê xwe neterikînin."

KEYA: LEŞKERAN GOTIN KU WAN ERKA XWE JI SEROKWEZARETIYÊ GIRTINE

Keyayê gundê Tepelî Nûsret Dînçer jî da xuyakirin ku leşkeran bang li wan kirine, ji wan xwestine gund vala bikin û anî ziman ku li ser vê yekê ew çûne Şaredariya Ebexê û Qeymeqamiya Navçeyê. Dînçer got, "Ev biryar, piştî ku herêm ji aliyê Walîtiya Wanê ve hat ragihandin hat dayîn. Li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê berbaz û çawişekî pispor bi israr ji me re gotin, 'Gundan vala bikin, em ê wê derê bomberdûman bikin'. Dibêjin gundiyên li vir dijîn alîkariyê didin PKK'yiyan. Leşkeran her wiha gotin ku wan erka xwe ji Serokwezaretiyê girtine. Cihekî em biçin nîne. Weke gelê gund em mexdûr in û divê ev biryara valakirina gund, tavilê bê terikandin."

GOÇ-DER: DEWLET XWE JI BO OPERASYONÊN BI XWÎN AMADE DIKE

Serokê Goç-Der a Wanê Alî Hîndûr der barê mijarê de agahî da û bibîr xist ku Walîtiya Wanê hin herêmên Ebex, Elbak û Şaxê weke "herêma ewlekariyê" îlan kiriye û got, "Piştî biryara Walîtiyê ya herêma qedexe, leşker ketin nava tevgerê û zextê li gundiyan dikin ku koç bikin. Ti sparteyeke qanûnî ya vê yekê nîne. Fermaneke devkî ji keyayan re hatiye dayîn. Bila gundiyên me gundên xwe neterikînin. Çawa ku di salên 1990'î de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mehkûm bûn, wê îro jî mehkûm bibin. Valakirina gundan, agahîdayîna ji bo operasyoneke gelekî mezin û bi xwîne. Xuyaye dewlet amadekariya şerekî mezin dike. Mîna salên 1990'î, wê tûgayên çiyê yên Kayserî û Bolû bînin û li vir operasyonê bikin. Ev yek cihê gumanê ye. Hêvîrdarim wê dest ji polîtîkayên ewlekarîparêziyê berdin."

...