Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek li Aachenê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek ên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li Aachenê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek ên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li Aachenê hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Aachenê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat, ji bo gerîlayên HPG'ê Baran Çetîn Kaya (Brûsk Dêrsim) û Ridvan Îpek (Rêzan Erzîrom) ên di şerekî 4'ê Îlonê yê li navenda Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Merasîma bîranînê bi beşdairya 100 kesî li NCDK hat lidarxistin û metka Çetînkaya jî lê amade bû.
'SERÊ XWE TI CARÎ NETEWAND'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser jiyana Çetînkaya belgeseleke kurt hat nîşandan. Metka Çetînkaya li ser navê malbatê peyivî û got, "Baran mirovekî gelekî baş bû, daxwaza wî ya bi tenê azaiya gelê wî bû. Ji bo vê jî dest bi têkoşînê kir. Weke yek ji şopdarên Seyîd Rizayan wî serê xwe ti carî netewand." Metka Çetînkaya helbesta Çetînkaya ya dema tevlî refên têkoşînê bû ji bo dayika xwe nivîsandibû, xwend.
Dûre beşdarên merasîmê axivîn û gotin, "Çawa ku di herikîna dîrokê de gelê Dêrsimê xwedî li berxwedêrê xwe derketiye, îro bi wêrekî û lehengî xwedî li her du gerîlayên xwe derketiye."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.