DEM-KURD der barê bûyerên di navbera di navbera Kurdistaniyan û UETD ya AKP'yî de daxuyaniyek weşand. DEM-KURD'ê diyar kir ku AKP li Ewropayê serî li provokasyonan dide û bang li hikûmeta Swîsreyê kir, ku bikeve nava tevgerê.
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), der barê bûyerên roja 12'ê Îlonê yên di navbera Kurdistaniyan û rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî (UETD) de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berpirsyarê bûyeran UETD ye û hat destnîşankirin, ku bêyî dîtina hesasiyeta pêvajoyê ji aliyê gelê Kurd ve, destûrdayîna çalakiyeke bi armanca provokasyonê, cihê gumanan e.
'KURD Û DOSTÊN WAN JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMKUJIYA LI CIZÎR DAKETIN QADAN'
DEM-KURD'ê diyar kir ku UETD di bin navê 'lenetkirina terorê' de li Bernê ji bo derxistina provokasyonê mîtîngek pêk aniye û Kurdistaniyan û dostên wan jî bi însiyatîfa xwe, ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, daketine qadan.
DEM-KURD'ê da zanîn ku di bûyeran de polîsan bi gazê û fîşekên plastîk êrîşî Kurdistaniyan û dostên wan kirine û ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku destûra ji bo provokasyona UETD ji aliyê polîsên Swîsreyê ve, cihê gumanbariyê ye û bal hat kişandin ser bi kar anîna hêza zêde ya polîsan.
'POLÎSAN PÊŞÎ LI BÛYERAN VEKIRIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya daxwaza gelê me de, bi armanca şermezarkirina şîdeta dewletê ya li Cizîrê, me 10'ê Îlonê roja Pêncşemê serî li polîsê Bernê dan ji bo di 12'ê Îlonê de çalakiya protestoyî lidar bixin. Lê belê polîsan destûr nedan. Ji bo mîtînga bi pêşengiya UETD ya bi armanca provokasyonê, polîsan destûr dan. Ev destûra polîsan a ji bo çalakiya UETD, rê li ber rûdana bûyeran vekiriye."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku rêxistbûyîna bi navê UETD ji aliyê AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin û di dema dawî de bi fermana AKP'ê re li Swîsre û gelek bajarên Ewropayê çalakiyên provokatîf lidar xistiye.
DEM-KURD'ê da xuyakirin ku gelê Kurd wê rê nede provokasyonên UETD ên li Ewropayê û herî dawî bang li hikûmet û polîsên Swîsreyê kir, ku li hemberî êrîşkarê li Bernê ji bo kuştinê wesayîta xwe bi ser ciwanên Kurd ve ajot û gelek kes birîndar kir, bikevin nava tevgerê.