Pevçûnên li Wanê didomin
Îlana rewşa awarte ya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê û navçeya Cizîrê ya Nisêbînê li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû û li Taxa Firat a girêdayî navçeya Artemêtan ên Wanê hat protestokirin.
Îlana rewşa awarte ya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê û navçeya Cizîrê ya Nisêbînê li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû û li Taxa Firat a girêdayî navçeya Artemêtan ên Wanê hat protestokirin.
Îlana rewşa awarte ya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê û navçeya Cizîrê ya Nisêbînê li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû û li Taxa Firat a girêdayî navçeya Artemêtan ên Wanê hat protestokirin. Piştî êrîşa polîsan pevçûnan rû dan.
Li Kolana Surmelî ya girêdayî Taxa Xaçort û Kolana Bayirli ya girêdayî Taxa Şehîd Firat gelek ciwanên ku kom bûn, xendek kolandin, barîkat danîn û rê li çûnûhatinê girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî yên TOMA bi ava şid, bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofkokteylan bersiv dan polîsan.
Li taxan ku pevçûn didomin, ji ber gaza zêde ya polîs diavêjin kolanan gelek kes bandor bûne. Welatî li şaneşînên malên xwe bi lêdana beroşan piştgiriyê didin çalakvanan.