BI DÎMEN

Yuksek: Bi rêxistinbûyînê re em dikarin bersivê bidin êrîşan

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku AKP'ê hînê dest ji polîtîkaya qetilkirina Kurdan bernedaye û destnîşan kir, ku divê li hemberî van êrîşan bi rêxistinbûyîneke xurt a gel re têkoşîn bê mezinkirin.

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku AKP'ê hînê dest ji polîtîkaya qetilkirina Kurdan bernedaye û destnîşan kir, ku divê li hemberî van êrîşan bi rêxistinbûyîneke xurt a gel re têkoşîn bê mezinkirin.

Yuksek bibîr xist ku piştî dorpêçiya 8 rojan wan derfet dîtine bikevin nava Cizîrê û li Cizîrê rastî tabloyeke hilweşînê hatine. Yuksek destnîşan kir ku divê li dijî êrîşan hemû rêxstinên Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî helwestê nîşan bidin û got, "Çawa ku ev ruhê yekîtî û neteweyî li Rojava û Kobanê derket holê, girîng e li hemberî êrîşên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê jî xwe bide der."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê bi heyetekê re ji bo hin danûstandinan li Başûrê Kurdistanê ye, da zanîn ku ew dixwazin bi YKN, Tevgera Goran û partiyên din ên siyasî re pêvajoyê nîqaş û parve bikin. Yuksek got, "Di roja duyemîn de em ê li buroya xwe ya li Hewlêrê hin civîn û nîqaşan bimeşînin. Roja din jî Parlamenta Başûrê Kurdistanê ziyaret bikin û bi serokê parlamentê û komên li meclîsê komên xwe hene re, hevdîtinê bikin."

Yuksek bûyer û qewimînên li Cizîrê nirxand û diyar kir ku di nava 20-25 rojan de ne tenê li Cizîrê, li Gimgim, Sûr, Farqîn û gelek deverên din ên Kurdistanê heman rewş qewimiye.

Yuksek anî ziman ku rewşa li Cizîrê cudatir e û got, "Dewletê ji bo şikandina berxwedana li Cizîrê, dest bi êrîşeke giran kir. Bi hezaran tîmên taybet, polîs û leşker li wir bi cih kir û bajar bi temamî dorpêç kir.

Weke DBP, HDP û saziyên din, ji bo şikandina vê dorpêçiya li Kurdistanê em di nava hin hewldanan de bûn. Lê belê dema rewşa li Cizîrê derket holê, em hîn bêhtir bi zû ketin nava tevgerê. Ji ber vê yekê ji 9'ê mehê û pê ve me ji bo Cizîrê bernameyek amad ekir. Bala raya giştî kişand ser wê. Di nava gelê Kurdistanê de jî baldarî û hişyariyeke cidî afirî. Mirov herikîn wê derê. Di roja duyemîn de em li hezexê bûn. Me bala raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê kişandin ser Cizîrê."

Yuksek da xuyakirin ku stratejiya AKP'ê hînê neguheriye û got, "Di rewşa niha de me bi hev re pêşî girt ku li Cizîrê hîn bêhtir mirin rû nedin. Polîtîkaya AKP'ê hînê nehatiye şikandin an jî nehatiye guhertin. Dixwaze li hemû bajarên Kurdan vê yekê bike. Pêvajoyeke welê dimeşîne ku dixwaze hemû Kurdan teslîm bigire, vîna wan bişikîne, li eniya Tirkiyeyê jî hemû mûxalîfan teslîm bigire. Vê polîtîkaya xwe li Kurdistanê bi qetilkirina mirovan, li Tirkyeyê jî bi bêdengkirina mirovan dimeşîne. Lewma em nikarin bêjin ku niha ev polîtîka û stratejiya AKP'ê hatiye şikandin. Niha hatiye astengkirin. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe ya li hemberî vê êrîşê xurt bikin. Îro li Sûrê, sibe li Gever, dibe ku dusib li cihekî din ev rewş dewam bike."

'EM Ê LI GELEK NAVENDAN MÎTÎNGAN LIDAR BIXIN'

Yuksek da zanîn ku wan jî ji bo rêxistinkirina gel û pêkanîna mîtîngan plansaziyek amade kirine û ragihand ku mîtîngên wan wê heta 16'ê Cotmehê dewam bikin. Yuksek diyar kir ku mîtîngên wan wê ji Qoserê destpê bike û li Farqîn, Gimgim, Giyadîn, Bazîd, Gever û Elbakê dewam bike û got, "Bi vê yekê re m dixwazin hestyariya gel zêdetir bikin û pêganeke ku vê pêvajoyê bi gel re bimeşînin bidin destpêkirin. Ne tenê li van deveran, em hewl didin li her deverê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Ji bo vê jî di 9'ê Îlonê de me civîna meclîsa partiya û desteya rêveberiya navendî kom kir. Ev civîn, civînên awarte bûn. Ne tenê li bajarên min niha navê wan got, eger em hemû bajarên xwe birêxistin nekin, li hemberî van êrîşan rewşeke rêxistinbûyî nîşan nedin, em ê nikaribin van êrîşan bişikînin. Li ser vê tespîtê me bi lez û bez dest bi xebatên xwe kirin. Niha li hemû bajarên Kurdistanê, li her derê hevalên me dest bi kar kirine. Em hewl didin vê rêxistinbûyînê xurttir bikin."

Yuksek da zanîn ku ne tenê gel ew hewl didin rêxistinên civakî yên sivîl jî bi rêxistin bikin û got, "Ji ber ku ew bajar ên me hemûyan e. Em ê bi hev re bijîn. Niha hewl tê dayîn xwerêveberiyek bê avakirin. Ev yek, tevlîbûna hemû dînamîkên bajêr li rêveberiyê ye.

Wekî din li eniya Tirkiykeyê jî xebatên rêxistinên civakî yên sivîl ên cihgirtina li nava vê têkoşînê hene. Li Ewropayê hin xebatên me bi rê ve çûn. Her wiha bi hevdîtinên bi rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û parlamenta li Başûrê Kurdistanê re em dixwazin bala partiyên siyasî û civakê hîn bêhtir bikişînin ser vê mijarê."

'ÊDÎ YÊN HATINE WEZÎFEDARKIRIN WÊ NIKARIBIN YÊN HATINE HILBIJARTIN BI RÊ VE BIBIN'

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku pêvajoyeke zehmet a bi berdêlên giran destpê kiriye û ev xal destnîşan kir: "Em ti carî naxwazin ev pevajo bibe pêvajoyeke bi şer û mirinan. Lê belê pêvajoyekê jî destpê kiriye. Ew jî ev e; Welat ber bi aliyekî welê ve diçe ku êdî mirovên hatine wezîfedarkirin nikarin li ser mirovên hatine hilbijartin, hikumdar bin. Ev ji bo demokrasiyê gelekî girîng e. Gel xwedî li vîna xwe derdikeve. Dibêje; ez dixwazim li bajarê lê dijîm xwe bi rê ve bibim. Vîneke bi vî rengî nîşan dide. Berdêla wê jî gelekî bi giranî dide.

Ti desthilatdarî erka xwe bi hêsanî radest nake. Nehatiye dîtin ku ti dewletê demokrasî aniye. Lê belê têkoşîna vî gelî wê qada demokrasiyê berfireh bike û bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibe."