Demîrtaş: Mezinbûna HDP’ê tinebûna faşîzmê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi gel re hat cem hev, got: "Li Enqere mezinbûna HDP'ê tê wateya xilasbûna faşîzmê."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi gel re hat cem hev, got: "Li Enqere mezinbûna HDP'ê tê wateya xilasbûna faşîzmê."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi gel re hat cem hev û got ku ew rêveberiya kesên hatin peywirdarkirin na ya gel hilbijartin dixwazin û pirsa "Ku dera xwerêveberiyan parçekirin e." Demîrtaş anî ziman ku AKP HDP'ê weke gef dibîne û wiha got: "Ji ber vê yekê operasyonên HDP'ê bin bendavê de bihêlin dan destpê kirin. Li Enqere mezinbûna HDP'ê tê wateya xilasbûna faşîzmê."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta parlamenterên pêre li navçeya Gimgimê ya Mûşê ya terora dewletê di navbera 15-17'ê Tebaxê de lê pêk hat mîtîng li dar xist. Dayikên Aştiyê yên Gimgimê û bi sedan jinan heyeta li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê pêşwazî kirin û bi pankarta "Bila dayik negirîn deng bikin aştiyê" heya qada mîtîngê meşiyan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, parlamenterên HDP'ê Leyla Zana, Meral Daniş Beştaş, Altan Tan, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Celal Dogan, Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Burcu Çelîk Ozkan, Ahmet Yildirim û rêveberên HDP, DBP û gelek kesên din tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û wêneyên zarokên li Cizîrê hatin qetilkirin hatin hilgirtin û dowîzên "Rêheval Ekîn Wan nemir e", "Em şer bi te nadin kirin" û "Bijî biratiya gelan" hatin vekirin.
'MIJAR WELAT Û GEL NÎN E'
Demîrtaş piştî gel silav kir bal kişand ser operasyonên li hemberî gelê Kurd pêk tên û wiha axivî: "Yên li ser navê welat û gel ber bi Sakaryayê ve operasyonan li dar dixin ji bo welat şer nakin. Ji bo qesrê û dizan şer dikin. Mijar welat û gel nîn e. Gelo gelê Gimgimê ji bo parçekirinê derket qadan? Na. Gelê Gimgimê çima deng da HDP'ê? Ji bo destê biratiyê dijê gelê Tirk bike deng dan HDP'ê. Ji bo azad û jiyanek bi rûmet bijî deng dan HDP'ê. Di hilbijartinên Hezîranê de vîna jiyana hevpar derket holê lê gotin welat parçe dibe û dest bi operasyonên mezin kirin."
'GEL XWERÊVEBERIYÊ DIXWAZE'
Demîrtaş da zanîn ku gelê Gimgimê dixwaze kesên hilbijartî wan bi rê ve bibe û wiha got: "Rêveberên we peywirdar kirin na rêveberiyên me bila me bi rê ve bibin dibêjin. Dibêjin xwerêveberî. Dibêje bila karmendê dewletê min bi rê ve nebe. Dixwaze walî û qeymeqam ji aliyê gel ve bên hilbijartin. Ku dera vê parçebûn e. Heke Erdogan ewqas qîmetê dide vîna gel were peywirê bide şaredaran. Em walîtî û qeymeqamtiyan rakin û em dawî li vê yekê bînin. Li tax, gundan û navçeyan kesên hatin hilbijartin bila bi rê ve bibin. Ji ber ku Gimgimê rêveberiya heremî xwest a bi serê wê nehat nema. Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Farqîn û Licê tenê dixwaze kesên hilbijartin wan bi rê ve bibin. Heke Qeymeqamê Gimgim û Waliyê Mûş gele bi xwe bawer bin bila bikevin hilbijartinê heke bên hilbijartin taca serê me ne. Lê heke gel nexwaze ti wateya kesekî din bê peywirdarkirin tineye."
'GEL YEKEMÎN CAR DI PARTIYEKÊ DE HATIN CEM HEV'
Demîrtaş bilêv kir ku hilbijartina 1'ê Mijdarê wê li Tirkiyeyê rûpelekî nû veke û divê encama di sindoqan de derdikeve hemû kes qebûl bike. Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê HDP çiqas mezin bibe hêviya aştiyê ewqas mezin dibe û têkildarî êrîşên li ser partiya wan pêk tên wiha axivî: "Li gelek bajarên Tirkiyeyê li hemberî HDP'ê êrîş pêk hatin. Dixwazin HDP'ê bêhêz bihêlin. HDP'ê di dîroka komarê de yekemîn car Elewî û Sunnî di partiyekê de wekhev anîn cem hev. Yekemîn car Kurd û Tirk di partiyekê de wekhev hatin cem hev. Ermenî, Suryanî, Êzdî, Elewî û Sunnî yekemîn car di partiyekê de hatin cem hev. Li cem hev têkoşînê dikin. Ji ber ji vê yekê tirsiyan gotin 'Yek ziman, yek netewe û yek bawerî' Ji bilî vê ti tiştên din qebûl nekirin. Gimgim cihekî biçûk e. Sunnî heye Elewî heye û kesên cuda hene. Gelo hûn wan hemûyan tine bikin? Hûn çav li vê yekê bigirin? Ji ber vê yekê HDP li Tirkiye û Rojhilata Navîn bû hêvî."
'JI MEZINBÛNA HDP'Ê DITIRSIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku ji hişmendiya jiyana azad, wekhev û hevpar a HDP'ê derxist holê AKP'ê dest bi tirsê kir û wiha got: "Niha ew HDP'ê weke tehdît dibînin. Ji ber vê yekê li hemberî HDP'ê operasyonên di bin bendê de bihêlinê dan destpêkirin. Ji ramanên HDP'ê yên azadîxwaz û piralî tirsiyan. Ji ber ku wan Tirkiye li ser hişmendiya yekparastiyê ava kirin. Li Enqere mezinbûna siyaseta HDP'ê tê wateya xilasbûna faşîzmê. Ji ber wê hilbijartina 1'ê Mijdarê anîn ber gel. Rojên dijwar wê xilas bibin û em ê bi hev re dawiya komkujiyan bînin."
Piştî axaftina heyet ber bi Wanê ve derket rê.