Li Sûr û Farqînê êrîş jî berxwedana gel jî didomin
Li Sûr û Farqînê dorpêçî û terora dewletê didomin. Li hemberî êrîşên polîsên Tirk, berxwedana gel jî bênavber dewam dike.
Li Sûr û Farqînê dorpêçî û terora dewletê didomin. Li hemberî êrîşên polîsên Tirk, berxwedana gel jî bênavber dewam dike.
Li Sûr û Farqînê dorpêçî û terora dewletê didomin. Li navçeya Sûrê elektrîk hatiye qutkirin û destûr nayê dayîn gel nan bikire. Polîsên Tirk guleyan li derdorê direşînin. Gelê Sûrê, bi taybetî jî şêniyên taxên Hasirli û Fatîhpaşayê bi çalakiyên protestoyî, dorpêşî û êrîşa polîsan şermezarkirin. Mirovên danê sibehê ji bo kirîna nan xwestin biçin firinê rastî astengiya polîsan hatin û polîsan ji welatiyan re gotin, "Hûn dixwazin nan ji bo 'terorîstan' bikirin". Polîsên Tirk ên guleyan li derdorê direşînin, ciwanê bi navê Ahmet Guneş birîndar kirin. Hat ragihandin ku Guneş li malê tê tedawîkirin.
FARQÎN
Rewşa awarte ya AKP'ê li Farqînê jî îlan kiriye, dewam dike. Polîs bi wesayîtên zirxî li nava kolanan digerin û anonsa "qedexeya derketina derve didome" dikin.
Gelê ku li her du navçeyan xweparastinê dike, bênavber li dijî êrîşan li ber xwe dide.