Însiyatîfa Gel a Cizîrê got, "Divê tevahiya gelê Kurdistanê bizanibe, ku li hemberî zext û şîdetê, gelê leheng ê Cizîrê ji 7 heta 70 salî bi yek dilî, bi şev û roj li ber malên xwe, li kolan û hemû qadên xwerêveberiyê xwe diparêze û li ber xwe dide... Em bang li her kesî dikin ku bibin hevparê berxwedana bi heybet a gelê Cizîrê."
Însiyatîfa Gel a Cizîrê ragihand ku ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn, konsepta înkar û tinekirinê ya li ser gelê Kurd, tevî hemû hewldanên aştiyê yên bi fedekariyeke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîna demên bihurî di roja îro de jî bi dijwarî dewam dike. Însiyatîfê destnîşan kir ku Kurd mîna berê ne bêrêxistinî ye, xwedî Rêbertî û pêşengtiyeke xurt e. Însiyatîfa Gel da xuyakirin ku divê ti kes nefikire ew ê li hemberî siyaseta înkar û tinekirinê ya sed salan serî bitewînin.
"ME BI BERXWEDANÊ BERSIV DAN ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN AKP'Ê"
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel bi vî rengî dewam kir: "Mîna li gelek deverên Kurdistanê weke gelê Cizîrê me jî ji raya giştî re ragihand, ku em ne li dijî dewletê ne, lê li hemberî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewletê û hikûmeta AKP'ê, em dixwazin xwe û bajarê xwe bi vîna xwe û rêveberiya xwe bi rêve bibin. Lê belê li hemberî vê helwesta me ya însanî û demokratîk, dewleta Tirkikyeyê û hikûmeta AKP'ê, li şûna naskirina vê vînê, bi rêbazên herî giran ên şîdetê nêzîk bû.
Ji roja me xwerêveberî ragihandine û vir ve êrîşên çeteyên AKP'ê bênavber dewam kirine. Li hemberî êrîşan gelê Cizîrê bi berxwedanê bersiv daye û êrîşên vê feraseta çete derketiye asteke bilindtir. Bi taybetî bi pêkanîna rewşa awarte ya heyşt roj in di meriyetê de ye re, bi her şêwe polîtîkayên şerê qirêj û çekên giran êrîş li hemberî qadên me yên xwerêveberiyê tên kirin. Berxwedana gelê Cizîrê bi topyekûn a li hemberî van êrîşan, çeteyên êrîşkar tewşomewşo kiriye.
"JI 7 HETA 70 SALÎ BI YEK DILÎ ŞER Û ROJ EM LI BER XWE DIDIN"
Di daxuyaniYê de hat gotin, "Divê tevahiya gelê Kurdistanê bizanibe, ku li hemberî zext û şîdetê, gelê leheng ê Cizîrê ji 7 heta 70 salî bi yek dilî, bi şev û roj li ber malên xwe, li kolan û hemû qadên xwerêveberiyê xwe diparêze û li ber xwe dide" û ev xal hat destnîşankirin:
"Gelê Cizîrê bi ruhekî komunal û piştgiriyê yê herî bilind, di nava şert û mercên herî zehmet de deriyên xwe li hev vekirî dihêle, hemû derfetên xwe civakî dike û bi hev re parve dike. Weke gelê Cizîrê, tevî berxwedana xurt a xweparastinê ya hevpar, em hewl didin li bajarê ku hemû rêyên têkiliye hatine qutkirin bi sekneke xurt a îradeyî birînên xwe bipêçin û helwesta mînakdar a civaka demokratîk nîşanî tevahiya mirovahiyê bidin.
"HETA KU VÎNA XWERÊVEBERIYÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ BÊ QEBÛLKIRIN WÊ BERXWEDAN BIDOME"
Di serî de jin û ciwanên leheng ên Cizîrê, tevahiya gelê Cizîrê bi berxwedan û fedekariya xwe re rê nade van êrîşên çeteyan û heta vîna xwerêveberiyê bi awayekî fermî were qebûlkirin, wê têkoşîna xwe bidomîne. Eger di êrîşên giran ên li hemberî qadên xwerêveberiyê de heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest nedabin, ev yek bi saya xweparastina ciwanên me û nêzîkatiya hestyar a gelê me ye. Li hemberî çeteyên jin, zarok, extiyar bi çekên giran êrîşî her kesî dikin, ciwan û gelê Cizîrê bi derfetên xwe xwe diparêzin. Di heman demê de bi bersivdayîna li êrîşan re nahêlin dewlet û çeteyên dewletê bikevin nava qadên wan.
"ÊRÎŞÊN QIRÊJ DI KÎJAN ASTÊ DE BE JÎ WÊ BERXWEDAN BIDOME"
Em careke din destnîşan dikin ku êrîşên qirêj ên dewleta Tirk û AKP'ê bi kîjan armancê be, di kîjan astê de be, em ê ti carî dest ji helwesta xwe ya berxwedan û xwerêvebirinê bernedin. Her wiha divê tevahiya gelê me baş zanibe; di nava 8 rojên dawî de tevî hemû êrîşên şerê qirêj û rêveberiya awarte jî, çeteyên AKP'ê nekarîn bi gavekê jî bikevin nava qadên xwerêveberiyê û hemû hewldanên wan bi derbên giran têk çûne. Bi nûçeyên derew ên medya hawiz û daxuyaniyên AKP'ê re hewl tê dayîn berxwedana dîrokî ya gelê me were veşartin. AKP bi daxuyaniya '32 terorîst hatine kuştin' re dixwaze têkoşîna mafdar û rewa ya gelê me terorîze bike. Ev daxuyanî bi temamî derew e û ji bo xerakirina mopralê gelê me hatine dayîn e. Di êrîşên heta niha de 7 jê zarok, bi giranî jin û extiyar bi giştî 19 mirovên me yên leheng şehîd ketine. Divê gelê me ji daxuyaniyên tên dayîn bawer neke û daxuyaniyên Însiyatîfa Gel esas bigire.
"BILA HER KES BIBE XWEDÎ HELWESTEKE HEVPAR A BERXWEDANÊ"
Weke heta roja îro ji niha û pê ve jî xebatên em yên ji bo avakirina jiyana xe li qadên xwerêveberiyê û têkoşîna me wê bi ruhekî mezintir ê berxwedanê bidome. Bi vî ruhî em têkoşîna gelê xwe ya li devera Kurdistanê ya xwerêveberî lê hatiye ragihandin silav dikin û bang li her kesî dikin ku di vê berxwedana bi heybet a gelê Cizîrê de bibin xwedî helwesteke hevkarî."