PAJK: Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê ye

Koordînasyona PAJK'ê: Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e.

Koordînasyona PAJK'ê got, "Cizîr ne bi tenê ye. Cizîr Kurdistan hemû ye, Tirkiye hemû e, Rojhilata Navîn hemû ye. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e. Divê Kurd li her cihê lê ne, jiyanê bisekinînin. Pêwîste gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê hesabê komkujiyê bi radîkal bipirse. Divê gelê me yê li Rojava tedbîrên xwe yên xweparastinê werbigire û di asta herî bilind de piştgiriyê bide Bakurê Kurdistanê. Pêwîste tevahiya ciwanên Kurdistanê rahêjin çekan. Tevlî nava hêzên parastinê bibin."

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku ev rojên heyî, têkoşîna dîrokî ya Kurdan a li hemberî zilm û qirkirinê ye. PAJK'ê got, "Berxwedana parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe ye. Mêtîngeriya Tirk li hemberî vîna gelê Kurd a bi rûmet têk çûye. Ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve têk çûye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelên li Kurdistan û Anatoliyê ev yek nîşan dan. Dewleta Tirk a mêtînger ku rewabûna xwe nemaye, ji ber ku naxwaze vîna azad a gelê Kurd qebûl bike, şerê qirêj kûr dike û didomîne. Dewleta Tirk a yekser êrîşî gelê me dike, bi qetilkirina sivîlan re hêza xwe ya dewletbûyînê nîşan dide, mîna ku gelek caran di herikîna dîrokê de îspat bûye, têk çûye, mehkûmî têkçûnê ye. Erdogan ê ji Saddam heta Esad, ji Mubarek heta Mûrsî ders dernexistiye, eger di vê de israr bike, wê aqûbeta wî jî bibe mîna ya wan. Kengî dewletekê li hemberî gele sivîl bi hêza leşkerî dest bi êrîşa topyekûn kir, ew yek destpêka îlana têkçûna wê dewletê ye. Ev dema nêz a me dîtiye, ev yek careke din raxistiye pêş çavan. Êrîşa dewletê bi artêş, emniyet, hêzên tevgera taybet a li hemberî gel, ne ji ber xurtbûna wê ye, ji ber bêhêziya wê ye. Dewleta Tirk a nizane ji dîrokê, ji dewletên herêmî, ji Iraq, ji Sûriyeyê dersê derxîne, neçar e li hemberî berxwedan û têkoşîna gelan têk biçe."

'DÎROKA KURDISTANÊ DI DEMA AZADIYÊ DE YE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a li Kobanê, li Rojava destekeke tam da DAIŞ'ê û bi xwe şer meşand, winda kir" û ev yek hat destnîşankirin: "Li Bakurê Kurdistanê prova Kobanê tê kirin. Dewleta Tirk a ku bi qedexekirina derketina derve li gelek bajarên Kurdan re dixwaze gel bêrêxistinî, belawela û bêçare bihêle, ev 8 roj in bênavber Cizîr dorpêç kiriye. Ya ku tê xwestin li Cizîrê were kirin, şerê Kobanê ye. Şerekî navxweyî diqewime. Dewleta Tirk a faşîst a li Bakurê Kurdistanê amadekariya Kobanê dike, di nava şaşîtiyeke mezin de ye. Ji ber ku li Kobanê gelê Kurd bi ser ket. Tevî hemû destekê jî dewleta Tirk û hevkar û taşerona wê DAIŞ, têk çûn. Yên bi ser ket gel in. Gelê Kurd bi vê vîn, bi vê hêza moralê bêguman wê Cizîrê jî biparêze, wê vîna xwe biparêze. Dîroka Kurdistanê di dema xwe ya azadiyê de ye. Dewleta Tirk a mêtînger a ji aliyê leşkerî û siyasî ve têk çûye, hewl dide êşa vê yekê bi dehdedayîna li gel sivik bike. Dixwze vîna têkoşînê ya gel bişikîne. Dîktatorên ku gel qels dîtin di tevahiya rêveçûna dîrokê de têk çûne. Dîktatoran li nava sergoyê dîrokê di dûpelên şermê de cihê xwe girtine. Ya ku her tim hebûna xwe dewam kiriye, berxwedan û hebûna gelan e.

'JI BILÎ NASKIRINA VÎNA GEL TI RÊ NEMAYE'

Bi tenê ji bo du saetan, eger ne li Cizîrê lê li Bûrsa, Kutahya yan jî bajarekî din ê Tirkiyeyê rewşeke bi heman rengî hebûya, wê bihata îlankirin ku dewlet û hikûmet qediya ye. Di serî de Tirkiye hemû hêzên navneteweyî yên ji ber êrîşên rejîma Sûriyeyê li hemberî gel banga îstifayê li Esad kirin, xwestin ku rejîm rêveberiyê radestî gel bike û têkçûna xwe qebûl bike. Lê belê ev hêz îro li pêşberî rewşa li Cizîrê bêdeng in. Ya ku piştî Gimgim, Mûş, Silopiya û Şirnexê li Cizîrê diqewime, xilasbûna hikûmetê ye. Dem ew dem e ku rêveberî radestî gel were kirin. Ji bilî naskirina vîna gelê xwerêveberî ragihandiye pê ve ti rê nemaye. Eger hîn bêhtir israr bike, wê Tirkiye bibe Sûriye."

'DIVÊ GELÊ ME LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN RABE SER PIYAN'

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Cizîr rûmeta gelên Tirkiyeyê ye. Wijdan û rûmeta mirovahiya xwedî li Kobanê derketiye ye. AKP bi fermana daye medya xwe ya alîgir re, hewl dide şerê li Kurdistanê dimeşîne ji raya giştî veşêre. Lê belê ti hewldan wê nikaribe ser vê hovîtiyê binixumîne. Cizîra heta dawiyê li ber xwe dide, ji niha ve dîwarên şermê hilweşandiye. Cizîr ne bi tenê ye. Cizîr Kurdistan hemû ye, Tirkiye hemû e, Rojhilata Navîn hemû ye. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e. Divê Kurd li her cihê lê ne, jiyanê bisekinînin. Pêwîste gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê hesabê komkujiyê bi radîkal bipirse. Divê gelê me yê li Rojava tedbîrên xwe yên xweparastinê werbigire û di asta herî bilind de piştgiriyê bide Bakurê Kurdistanê. Pêwîste tevahiya ciwanên Kurdistanê rahêjin çekan. Tevlî nava hêzên parastinê bibin.

PÊWÎSTE JIN JI VÊ BERXWEDANÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKIN

Êrîş wê ti carî cesareta gelê me, cesareta jinan nikaribin bişikînin. Êrîşa ewçend bêperwa ya li hemberî jinan, dayikan, zarokan, pitikan û ciwanan, hêrsa tinebûnê ye. Berxwedana gelên me wê rojên ku Erdogan bê darizandin, bîne. Jinên ku ji bilî azadiyê tiştekî winda bike nîne, girîng e ji vê berxwedanê re pêşengiya bi rûmet bikin. Em bawerin ku ji bo berxwedana topyekûn gelê me bi pêşengiya partiya me wê bêje heta daiyê berxwedan û her rojê bi hîn mezintir û bi heybettir pêşwazî bike. Gelê Kurd Apoyî ye, ciwan Apoyî ye, jin Apoyî ye. Di felsefeya Apoyî de berxwedan, serketin, xwe afirandina ji xweliyên xwe, di nava bêderfetiyêw de bûyîna ronahiyê heye. Gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd wê serî netewînin. Rastiya gelê Kurd a tiyê azadiyê ye hatiye afirandin. Yên naxwazin hêrsa azadiyê ya gelê me nas bikin û bibihîzin, wê di nava vê hêsê de bifetisin. Me bi hêza xwe xwe gihandin van rojan, em ê bi hêza xwe bi ser bikevin.

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN'

Em careke din bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne, li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bide gelê Bakurê Kurdistanê bi taybetî gelê Cizîrê. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyî dikin ku xwedî li têkoşîna xwe ya demokrasiyê derkevin. Ev şer pirsgirêka gelên Tirkiyeyî ye. Ji bo aştî, ji bo çareserî, ji bo pêşeroja azad divê rabin ser piyan û li dijî faşîzma desthilatdariya AKP'ê bibin yek dil, yek deng."