Balafirên şer ên Tirk qadên gerîla bombe kirin

Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hin herêmên ser bi Xakurkê, Garê û Metîna ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.

Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hin herêmên ser bi Xakurkê, Garê û Metîna ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmana herêmên gundên Yekmalê, Xirabê û Hese yên Metîna, şewat derket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Roja 11'ê Îlonê saet di 00:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada Lelîkan a ser bi herêma Xakurkê bombe kirin.

Roja 11'ê Îlonê saet di navbera 00:00-05:00 de balafirên şer qadên Ergenê, Siyanê, Mam Hesen, Çirav, Gundê Sêdarê, Çemşerît, Cemrêbotkî, Kanî Kontra, Girê Sor, Kîlîse, Dola Çinarê, Kafya, Meyrokê û gundê Kaye yên Garê bombe kirin.

Di 11'ê Îlonê saet di navbera 00:00-03:30 de tevî pêgerên hewayî yên bê mirov balafirên şer qadên gundên Yekmalê, Xirabê û Hese yên ser bi Metîna bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de li herêmê şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin.

11'ê Îlonê saet di navbera 00:00-03:00 de balafirên şer bombe li Çemço û Sîda yên ser bi herêma Zapê barandin.

Di 10'ê Îlonê saet di navbera 09:00-19:00 de li ser herêma Qendîlê, ji saet 19:30 ê 10'ê Îlonê heta saet 05:00 ê 11'ê Îlonê li herêma Garê, roja 11'ê Îlonê saet di navbera 05:00-12:00 de li herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin. Her wiha ji 7'ê Îlonê û vir ve li ser herêma Geliyê Dostkî jî bi heman rengî keşif tê kirin.

Roja 10'ê Îlonê saet di navbera 12:00-12:30 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 12:00-14:00 de li herêma Xakurkê û roja 11'ê Îlonê saet di navbera 00:00-03:00 de li herêma Avaşînê balafirên şer geriyan.

Roja 10'ê Îlonê saet di navbear 14:00-14:30 de qereqola Oremarê ya ser bi navçeya Colemêrg Geverê, qada Şehîd Gafûr a herêma Avaşînê, saet di navbera 23:00-00:00 de jî Girê Sîvrî ya ser bi qereqola Bezelê, qada Girê Sor bi obus û hawanan bombe kirin."