HPG: Em hevalê Mesûd bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayê bi navê Kamûran Îsmaîlî yê di 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayê bi navê Kamûran Îsmaîlî yê di 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayê bi navê Kamûran Îsmaîlî yê di 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, Kamûran Îsmaîlî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
HPG’ê wiha got: “Hevalê Mesûd ji malbatek welatparêz û kedkar bû, taybetmendiyên gelê Mahabadê yên berxwedêr pêre hebûn, bi gelê Kurd û nirxên gelê xwe ve girêdayî bû. Hevalê Mesûd sala 1999’an wek bersiveke ji Komploya Navneteweyî re tevlî nafa refên têkoşînê bû. Bi vê meşa wî ya bi biryar, bi têkoşîn û israr li hemberî her cure paşverûtiyê, ji xwe re refên azadiyê esas girt. Hevalê Mesûd li herêmên Xinere, Qendîl, Behdînan, Heftanîn û Zapê xebat meşand. Di xebatên xwe de bi kesayeteke jîr, pêşeng û fedayî li nav refên gerîla gelek wezîfe û berpirsiyartî girt û bi serketî ev wezîfe pêk anî. Hevalekî di jiyan û rêxistinkirinê de zelal, di rêhevaltiya xwe de dilnizm û kûr, di xebatên xwe de bi coş û bi xwestek bû. Ji ber vê hevalan jê hez dikirin, rêz digirtin û ji xwe re mînak digirtin. Hevalê Mesûd ji bo xwe pêş bixe pir hewl dida û wiha dihat nasîn. Dixwend, lêkolîn dikir, bi lêkolînan coş digirt û xwe pêş dixist. Hevalê Mesûd xwedî sekneke mîlîtanî bû.”
HPG’ê wiha dewam kir:
“Hevalê Mesûd xwedî seknek mîlîtanî ya her pêvajoya girîng dixwaze bû û nirxên gelê me afirandî û pêşketinên derxistiye holê rast dinirxand, di sala 2012’an di êrîşên pêk hat de şehîd ket û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû. Em hevalê Mesûd û tevahî şehîdan ên sembolên mînak ên bi felsefeya jiyana Apoyî pêşketin afirandine û meşa milîtanî ya bi biryar û bi tarzekî radîkal pêk anîne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin.”
Nasnameya gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
Nasnav: Mesûd Mahabad
Nav-Paşnav: Kamûran Îsmaîlî
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Navê Dayik-Bav: Menîce - Elî
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Adarê 2012 /Herêmên Parastinê yên Medya