Dayikên Aştiyê yên Wanê: Terorîstê rastî hûn in!

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê dan xuyakirin ku Erdogan û Davûtoglû li Cizîrê terorê dimeşînin û got, "Em bang li dayikên polîs û leşkeran dikin; werin em dest bidin hev û şer bisekinînin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê dan xuyakirin ku Erdogan û Davûtoglû li Cizîrê terorê dimeşînin û got, "Em bang li dayikên polîs û leşkeran dikin; werin em dest bidin hev û şer bisekinînin."

Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ku ji bo şermerzarkirnia komkujiya li Cizîrê li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr kom bûn, dirûşmên "Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin" û "Bijî berxwedana Cizîrê" qîriyan.

'LI DIJÎ HOVÎTYÊ EM DIBIN MERTALÊN ZINDÎ'

Ji Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Cizîrê hovîtiyê dike. Kaya got, "Li dijî vê komkujiyê eger pêwîstî bê hebe em ê bibin mertalên zindî û vî şerî bisekinînin. Em bang li malbatên leşker û polîsan dikin; werin em dest bidin hev û vî şerî bisekinînin. Wekle Dayikên Aştiyê em dixwazin der hal bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Lê belê ji ber ku Erdogan şer dixwaze, destûra vê nade."

Kaya ji bo gotinên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ku gotibû, "Heta terorîstê dawî biqede em ê paqijiyê bikin" ev bersiv da: "Terorîstê rastî hûn in. Yên li Cizîrê hovîtiyê dikin, hûn in."