Li Balûkê civîna meclîsê ya ji gel re vekirî pêk hat

Şaredariya Sûrê ya Amedê ku her meh civînên xwe yên meclîsê ji gel re vekirî ango bi tevlîbûna gel pêk tîne vê mehê jî li Palûkê civîna bi tevlîbûna gel pêk anî û der barê xebatên xwe de agahî bi gel re par ve kir.

Şaredariya Sûrê ya Amedê ku her meh civînên xwe yên meclîsê ji gel re vekirî ango bi tevlîbûna gel pêk tîne vê mehê jî li Palûkê civîna bi tevlîbûna gel pêk anî û der barê xebatên xwe de agahî bi gel re par ve kir.

Ev civîna meclîsê li Taxa Palûkê ya girêdayî navçeya Sûrê pêk hat û civîn bi tevlîbûna Wekîla Hevşaredarê Sûrê Azîze Deger Kûtlû, endamên meclîsê, Gerînendeyê Beşan, Xelkên Palûkê û keyayan pêk hat. Di civînê de der barê xebatên şaredariyê yên meha Tebaxê de agahî bi kesên li wir amade bûn re hate parvekirin.

Di civînê de Wekîla Hevşaredar Azîze Deger Kûtlû axifî û got ku pêkanîna van civînên gel bi armanca xebateke şefaf û zelal a şaredariyê pêk tê û em dixwazin ku di van civînan de rasterast ji gel guhdarî bikin. Em dixwazin li nêrîn û pêşniyarên gelê xwe guhdarî bikin û bi hev re ji bo pirsgirêkên heyî jî em çareseriyan peyda bikin. Em dixwazin hemû biryarên xwe bi tevlîbûna gelê xwe bigirin û li wê gorê jî çareseriyan bi hev re peyda bikin.

Deger Kûtlû got, “Heta niha şaredariyê li Palûkê 50 hezar metre çarçik  kevirên piyariyan raxistiye û hîna ew xebata wan berdewam dike. Li kêleka vê xebatê me du sed konteynerên çopê li kolan û cadeyên xwe belav kirine. Her roj 2 kamyon çop ji aliyê ekîbên me yên paqijiyê ve tên rakirin. Her wiha li ser hin pirsgirêkên din jî xebat tên kirin û piraniyên wan hatine çareserkirin.

Di dema van xizmet û xebatan de bêguman li hin deveran wê hin kêmasiyên me jî bimînin lê li ser pêşniyarên we û bi tevlîbûna we em ê hewl bidin ku van pirsgirêkan ji holê rakin û di xebatên xwe yên siberojê de hewl bidin ku hemû kêmaniyên xwe çareser bikin.”

Piştî axaftina Kûtlû welatiyên taxê yên ku tevlî civînê bibûn nêrîn û pêşniyarên xwe ji şaredariyê re pêşkêş kirin û pirsgirêkên wan ên ku hene jî anîn ziman, ji xebatên ku tên kirin spasiyên xwe kirin û ji şaredariyê daxwaz kirin ku xebatên wan hinekî din bileztir berdewam bikin. 

...