KONGRA GEL ji bo berxwedana li Cizîrê banga destekê kir û got, "Çawa ku Kobanê bû cihê DAIŞ lê têk çû, Cizîr jî wê bibe heman cihê polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê lê têk biçe." KONGRA GEL ji tevahiya gelên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê xwest rabin ser piyan.
Hevserokatiya KONGRA GEL der barê komkujî û berxwedana gel a li Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî dewleta Tayyîp Erdogan a maseya pêvajoya çareseriyê qeliband, şerê qirêj li ser gelê me ferz dike û dixwaze vîna azadiyê ya gelê me bişikîne, di serî de Cizîr li her qadê gelê me bi heybetî li ber xwe dide. Em vê berxwedanê bi rêzdarî silav dikin."
'CIZÎR NE TENÊ CIZÎR E!'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Li dijî dewleta AKP'ê ya ku ji çareseriyê direve û ji şerê qirêj ên salên 90'î di nava hêvî û bendewariyan de ye, gelê me bi xwerêveberî û xweparastinê re modela xwe ya çareseriyê ava dike. Gelê me bi berxwedana xwe ya bi heybet re wê her şêwe şerê qirêj ê li ser tê ferzkirin, pûç bike.
Têkoşîna azadiyê li Botanê bilind bû. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Botanê di nava dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî taybet e. Di vê qonaxa têkoşîna me ya bi armanca azadiya Rêberê me û gelê me hat meşandin de, serketina berxwedana gelê Cizîrê, wê rêveçûna pêvajoya em tê de ne diyar bike. Yanî Cizîr ne tenê Cizîr e. Kobanê çi be, Cizîr jî ew e.
Ji ber vê yekê ye, dewleta AKP'ê ev neh roj in tevî qedexeya derketina derve bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê hewl dide vîna gelê Cizîrê bişikîne. Qedexekirina ketin û derketina ji Cizîrê, pêşîgirtina li Hevserok û parlamenterên HDP'ê, ji ber vê sedemê ye.
Gelê Cizîrê nikare birîndarên xwe rake nexweşxaneyê, nikare mirovên xwe yên hatine qetilkirin veşêre, nikare pêwîstiyên xwe yên însanî tedarik bike. Bi ragirtina li malê re tê xwestin ku gel teslîm bigirin. Dewleta AKP'ê ewçend cahil û ehmeq e ku li bendê ye bi van polîtîkayên xwe re Cizîrê têk bibe. Lê berevajî; çawa ku Kobanê bû cihê windakirin û şikestina DAIŞ'ê, wê Cizîr jî bibe cihê têkçûna polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê."
'DIVÊ HEMÛ PARÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ RABIN SER PIYAN'
Di daxuyaniyê de ev bang li gelan û raya giştî hat kirin:
"Divê hemû parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan. Gelê Başur, Rojava û Rojhilat pêwîste di vê pêvajoyê de bi taybetî bi çalakiyên girseyî destekê bidin Bakur. Li ser bingeha ferzkirina çareseriyê li Bakur û xwedîderketina li berxwedana gelê Cizîrê, divê îlanên xwerêveberiyê li her cihî bidome. Pêwîste her der bibe Cizîr. Li metropolên Tirkiyeyê jî li hemberî şerê qirêj ê AKP'ê divê eniyeke xurt a aştî û demokrasiyê were avakirin û di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de polîtîkayên Erdogan û AKP'ê werin teşhîrkirin."
'PÊWÎSTE RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
KONGRA GEL da zanîn ku divê gelê li Ewropayê dijî jî rabe ser piyan, destekeke xurt pêşkêşî berxwedana Cizîrê bike û got, "Bi taybetî divê gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan û bi xurtî destekê bide berxwedana gelê Cizîrê. Di her kêliyê de dewleta Tirk dikare li Cizîrê komkujiyên mezin bike, lewma divê bi vê hestiyariyê her kes tevbigere. Jin, ciwan, hemû alîgirên aştî û demokrasiyê, her kesên li dijî faşîzma AKP û Erdogan divê bi berpirsyarî rabin û raya giştî ya Ewropayê bixin nava tevgerê. Bi şiyara 'kî wê çi bike, divê niha bike' her kes bikeve nava tevgerê."