Gelê Wanê ket ser rêya Cizîrê
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ket ser rêya Cizîrê.
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ket ser rêya Cizîrê.
Platforma Demokrasiyê ya Wanê, nobeda aştiyê ya duh êvarê saet di 22:00 de li Parka Kûrtûlûş ji bo destekkirina berxwedana gelê Cizîrê dabû destpêkirin, danê vê sibehê saet di 04:00 de qedand û ket ser rêya Cizîrê. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Tûba Hezer jî destek dan girseyê.
Li dû çalakiya rûniştinê ya 6 saetan di bin dorpêçiya polîsan de Serokê ÎHD Şaxê Wanê Mûrat Melet peyivî û diyar kir ku li dijÎ terora dewletê, ji bo heviyên aştiyê ew ê biçin Cizîrê.