Geverê qedexeya dewletê nas nekir û rakir
Li Geverê gel "qedexeya derketina derve re" nas nekir. Walîtiyê neçar ma qedexeyê danê sibehê rake. Berxwedana gel a li navçeye tevahiya şevê dewam kir.
Li Geverê gel "qedexeya derketina derve re" nas nekir. Walîtiyê neçar ma qedexeyê danê sibehê rake. Berxwedana gel a li navçeye tevahiya şevê dewam kir.
Li Geverê gel "qedexeya derketina derve re" nas nekir. Walîtiyê neçar ma qedexeyê danê sibehê rake. Tîmên taybet gule li mal, kargeh û Mala Gel reşandin. Berxwedana gel jî tevahiya şevê dewam kir.
Waliyê Colemêrgê şevê din seat di 23.30'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê biryara qedexekirina kolanan da lê gel guhdariya qedexeyê nekir û derket kolanan û biryar şermezar kir. Piştî biryara qedexeyê gel li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Kişla, Yeşîldere, Mezarlik, Yenî, Esenyurt û Esentepe derketin kolanan û li ketina taxan bend danîn û dest bi nobedê kirin. Welatiyên dirûşmeyên "Gelê Cizîrê bi tenê nîn e" û "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Welatiyên li malan jî di şaneşînên xwe de piştgirî dan çalakiyê.
Bi taybet li ser rêya bingehî ya diçe navçeyê li duryanên Sabanci û YSE'yê welatiyan bend danîn, agir vêxistin û heta derengiya şevê li hemberî komkujiyên dewletê tax parastin. Welatiyên taxa Yenî jî li ser rêya Oremar bend danîn û rê ji trafîkê re girtin. Li gelek taxan berxwedan pêk hat û tîmên taybet jî bi dehan wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî êrîşê taxa Cumhuriyetê kirin. Tîmên taybet bi bombeyên destan û çekên giran êrîş li barîkatên ketina tax kirin û li tax gelek mal, kargeh û Mala Gel jî gulebaran kirin. Tîmên taybet bi bombeyên destan û guleyan bersiva tîlîlî û çalakiya dengderxistinê ya gel da. Tîmên taybet bi seatan tax dorpêç kirin û serê sibehê ji tax derketin.
Welatiyê bi navê Zafer Ozdemîr ê ku mala wî ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin wiha got: "Em wê demê li malê bûn. Polîsan mala me gulebaran kir. Ev ne di mislimaniyê de û ne jî di mirovahiyê de cihê wê tineye. Li malê em û zarokên me hene. Ev mirovahî nîn e ev biratî nîn e. Çima wisa dikin êdî bes e. Heke tiştek ji me hatiba wê hesaba vê yekê kê daba. Ji ber ku li tax nobet tê girtin malên me dişewitînin û zarokên me dikujîn."
Li navçeyê tevgera heronan pêk hat û ji Fermandariya Tugaya navçeyê û Tabura Efeler top avêtin taxa Ormanê. Di encama topbaranê de tiştek bi kesî nehat. Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî navenda sûkê girtin û bi dehan wesayîtên zirxî jî li ber saziyên dewletê bi cih kirin.
Li navçeyê qedexeya kolanan a dewletê rastî berxwedana gel hat û qedexeya ti kesî guhdariya wê nekir saet di 07.00'an de hat rakirin.